Zehra Mohammadî ku qebul nedikir ji efuyê sud bigre hat berdan

Mamostaya zimanê Kurdî û rêvebera weqfa Nozîn ya çand û civakî Zehra Mohamamadî ku zexta puşmantiyê li ser dihat ferzkirin û efû qebul nedikir, hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Mamostaya zimanê Kurdî û rêvebera weqfa Nozîn ya çand û civakî Zehra Mohamamadî ku li Îranê girtî bû, ji gitîgeha girti ya jinan ya Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê hat berdan.

‘Me tû daxwazên bexşandin û puşmantiyê nekirin’

Zahra Mohammadi li ser hesabê xwe ye medyaya dijîtal ev parvekirin kir û da zanîn ku ew hatiye berdan û gardiyanan bê daxuyaniyekê ew derxistine ji derve û wiha got: “Dema ez hatin berdan xebera kesê ji malbat, parêzer, haval û endamên Nozin nebû ku hatime berdan. Girtina min û dîtina îşkenceyê bê maf û ji derveyî îradeya min bû, berdana min jî ji derveyî daxwazên min bû.”

Zahra Mohammadi da zanîn ku wê û parêzerên xwe tu daxwaza bexşîn û poşmaniyê nekirine û wiha got: “Ez vê efûyê bi tu awayî qebûl nakim. Ji ber ew xebatê ku ez bi xwe dikin û ew rêya ku lê dimeşim baweriyek ya min heye. Ezê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşim.”

Çi bûbû?

Mamostaya zimanê Kurdî û rêvebera weqfa Nozîn ya çand û civakî Zehra Mohamamadî, di 23’ê Hezîrana 2009’an de ji aliyên hêzên emnî ve hatibû binçavkirin û di heman salê de di 3’ê Kanunê de li beramberî 700 milyon pareyê Îranê hatibû berdan. Di Tîrmeha 2020’an de bi hêceta ‘ewlehiya civakê xira dike’ û ‘avkirina rêxistinê’ 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ev ceza heta sala 2021’an ket salan. Zahra Mohammadi di 8’ê Çileyê de hat girtin û birin girtîgehê. Ji aliyê hikumeta Îranê ve ji bo Zahra Mohammadi ya nexweş ku xwe bigihîne xizmeta tendirûstiyê dihat astegkirin.