Rêveberiya Xweser li Kobanê birînên gel dikewîne
Ji ber erdheja ku Kobanê jî bandor kir li 10 cihên navendî ya bajêr ji bo bi awayekê ewle xwe spartina gel 13 kon hatin danîn, Rêveberiya Xweser a li hemu heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şev û roj dixebite birînên gel dikewîne.
NORŞÎN ABDÎ
Kobanê – Erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê bi mezinahiya 7,7 û 7,6’an pêk hat, li bajarên Amed, Dîlok, Meletî, Riha, Semsûr, Hatay, Kilîs, Edene, Osmaniye yên Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes bandor kir . Li Kobanê ya li Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji ber erdhejê bi hezaran kes ji malên xwe bûn. Rêveberiya Xweser ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî erdhejan koordînasyonan ava kir, li Kobanê li 10 cihên sereke yên bajêr 13 stargeh ji bo mexdûrên erdhejê ava kir.
'Rêveberiya Xweser bi xurtî dixebite'
Hevseroka Saziya Karûbarên Civakî û Kedê ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê Wehîde Omer têkildarî tedbîrên Rêveberiya Xweser a piştî erdheja li herêmê di rewşeke awarte de nirxand û got, "Ji ber erdheja li herêmê gel rastî panîkeke mezin hat. Tevî derfetên kêm jî Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêdiviyên ku ji bo gel bi lezgînî hewce dike dixebite. Rêveberiya Xweser bi Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê re bi hev re kar dike. Ji bo gel cihên lê mayînê hatine avakirin."
'Pêkanîna xizmeta tenduristiyê ya gel'
Wehîde Omer anî ziman ku li ser maseya krîzê ya ku hatiye avakirin ji bo pêdiviyên welatiyan bi cih bînin, xebateke xurt dikin û got ku Saziya Karûbarên Civakî û Xebatê ya Herêma Firatê ji bo gel têdikoşe. Wehîde Omer got, “Ziyanên madî yên mezin çêbûn û di hin xalan de kêmasiyên me di birêvebirina krîzê de hebûn. Ji ber ku cara yekem bû ku gelê herêmê bi karesateke wiha re rû bi rû ma. Li kampan li 10 nuqteyên sereke ku 13 ji wan konên stargehê bi awayekî rêxistinkirî xebat tên meşandin û betanî û alîkariyên xwarinê ji gel re tên dayîn. Li Kobanê Rêveberiya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd di 6 konên ku li navenda bajêr ji bo mexdûrên erdhejê xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gel dikin.”
'Ji bo ewlekariya gel em 24 saetan dixebitin'
Hevşaredarê Kobanê Roşan Abdî diyar kir ku Şaredariya Kobanê komîteyek ji bo lêkolîna avahiyên di erdhejê de ziyan dîtine ava kiriye û got, “Nêzî 40 avahiyên ku xeteriyê li ser gel çêdikin, bi temamî hatin hilweşandin. Ji roja ewil a erdhejê vir ve şaredarî ji bo parastina gel di nobetê de ye. Di destpêkê de ji bo paqijkirina rê û kolanan ji xirbeyên avahiyan xebitî. Xebatkarên şaredariyê 24 saetan dixebitin ku xizmeta gel bikin û ewlehiya gel biparêzin. Li bajêr ji ber rewşa awarte jimareyên hawarçûnê bi raya giştî re hatin parvekirin. Deriyên şaredariyê ji her kesê ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye re vekirî ye."
'Em ji bo gelê xwe gelek êşiyane'
Sanam Şêxo ya 59 salî ya ku ji Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin koçber bûye û li Kobanê bi cih bûye, hestên xwe bi van gotinan vegot: “Em piştî ku ji Efrînê koçber bûn hatin Kobanê. Piştî dagirkirina bajarê min, em neçar man ku ji mal û bajarê xwe birevin. Me xanî peyda nedikir ku em tê de bijîn, em neçar man ku di xaniyên kevn û ne ewle de bijîn. Hîn gelek zarok û jin di bin xirbeyên avahiyan de mane, di serî de Heleb û Cinderes. Em hêvî dikin ku ev xewnereş bi dawî bibe. Em ji bo gelê xwe yê ku ji erdhejê zirar dîtiye gelek êş û azaran dikişînin. Em hêvî dikin ku hemû gelan û cîhan di nav başî û aramiyê de bin.”