Zaroka ku di pîrozbahiya AKP’ê ya hilbijartinê de birîndar bûbû mir

Li Rihayê piştî hilbijartinên serokomariyê, Kubra Çoban a ku di ‘pîrozbahiyan’ de gule li serê wê ketibû, li nexweşxaneya ku li dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

 

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiyeyê piştî ku Tayyîp Erdogan ê AKP’î careke din ji bo serokomariyê hat hilbijartin, di pîrozbahiyên li Rihayê de gule li serê Kubra Çoban a 14 salî ketibû. Piştî dermankirina bi mehan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Eyubnebî ya girêdayî navçeya Eyyubiyeyê, roja 28’ê Gulanê di saetên êvarê de Kubra Çoban birîndar bûbû û 120 roj bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Rihayê di beşa lênêrîna giran de bû. Kubra Çoban duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û li gorî agahiyan dê îro were definkirin.