Li Nîjeryayê piraniya wan xwendekarên jin 35 kes hatin revandin

Hat ragihandin ku li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê 35 kesên ku piraniya wan xwendekarên jin in, ji zanîngehekê ji aliyê kesên çekdar ve hatine revandin.

Navenda Nûçeyan- Li Zanîngeha Federal Gusau ya bakurê rojavayê eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê 35 kes ji aliyê kesên çekdar ve hatin revandin. Berdevka Walîtiya Eyaletê Mugira Yusif der barê bûyera revandinê de daxuyanî da û diyar kir ku di saetên sibê de li zanîngehê 24 xwendekar, 10 karker û erkdarê parastinê ji aliyê kesên çekdar ve hatine revandin.

Piraniya kesên hatine revandin jinên ciwan in

Mugira Yusif got ku ev bûyera yekem a mezin a revandinê ye ku îsal tê de xwendekar hene. Di nûçeyên di çapemeniya Nîjeryayê de, hat ragihandin ku piraniya kesên hatine revandin xwendekar û jinên ciwan in.