Xebatên tesbîtkirina nasnameyên kesên di lehiyê de mirine dest pê kir

Hat ragihandin ku xebatên tesbîtkirina kesên di karesata lehiyê ya ku li rojhilatê Lîbyayê pêk hat de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, hat ragihandin ku zarokên sêwî jî dê di bin parastina dewletê de bin.

Navenda Nûçeyan - Xerabûna karesata lehiyê ya ku ji ber "Bahoza Daniel" ku li Behra Spî ya Navîn bi bandor bû û di 10’ê Îlonê de li rojhilatê Lîbyayê li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derne pêk hat dewam dike.

Xebatên tespîtkirina nasnameyan dest pê kirin

Di karesata lehiyê de ku gelek cenaze bê nasname hatin definkirin, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane xebatên teşhîskirina nasnameyan hatin destpêkirin. Ekîba Tesbîtkirina Mexdûrên Afatê (DVI) ku ji pisporên genetîk, diranan, tiba edlî û warên din ên teknîkî pêk tê, hatin Derneyê û beşdarî xebatên tespîtkirina nasnameyan dibin. Xebatên ji bo derxistina cenazeyan ji binê xirbe û behrê yên li Derneyê hê jî dewam dikin.

Ji welatên cuda ekîbek bên şandin

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Karên Navxweyî ya Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê (UBH) ragihand ku Sekreteriya Giştî ya Înterpolê ji bo nasnameyên welatên din werin tespîtkirin ekîbekê bişîne Lîbyayê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev lêkolîn dê bi koordîneya Buroya Polîsên Tawanan a Ereb û Navneteweyî ya girêdayî Wezareta Karên Hundir re bên kirin.

Zarokên sêwî dê di bin parastina dewletê de bin

Hikûmeta ku ji aliyê Meclîsa Nûneran ve li rojhilatê Lîbyayê hatiye wezîfedarkirin, biryar da ku zarokên ku malbatên xwe di lehiyê de winda kirine bixin bin parastina dewletê. Biryara "Serokwezîrê hikûmetê" li rojhilat Usame Hammad li ser rûpela dîjîtal a fermî ya hikûmetê hate weşandin. Li gor xala ewil a biryarê, hemû zarokên Lîbyayî yên ku di lehiya ku li Derne û bajarên derdorê qewimî de malbatên xwe ji dest dane dê bibin xwedî statuya "di bin parastina dewletê de".

Mesrefên perwerdehî û dermankirina zarokan dê bên dayîn

Di xala duyemîn a biryarê de hat gotin ku dewlet dê di çarçoveya biryarê de desteka civakî û derûnî bide her zarokekî. Di vê çarçoveyê de dê alîkariya mehane ji zarokan re bê dayîn, ji bo rûniştina wan cihên guncaw bên veqetandin û lêçûnên perwerde û dermankirinê bên girtin. Li gorî xala sêyemîn, komîteya pispor a ji bo naskirina zarokên sêwî bê avakirin, herî dereng di nava mehekê de dê xebatên xwe bi dawî bike.

WHO ragihand ku 9 hezar kes winda ne

Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tarik Jasarevic di daxuyaniya xwe ya 19’ê Îlonê de diyar kiribû ku di karesata lehiyê de 3 hezar û 998 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8-9 hezar kes jî winda ne.