Li Qamişloyê panelek li ser maf û çareseriyên civakî hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi koordîneya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan re bi dirûşma “Bi edalet û wekheviyê azadî û hevgirtina civakê pêk tê” li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelek li dar xist.

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi edalet û wekheviyê azadî û hevgirtina civakê pêk tê” Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi koordîneya Navneda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan re bi armanca edalet û wekheviyê û girîngiya wan a ji bo bidestxistina hevgirtin û azadiya civakê panelek li dar xist.

Di panelê de li ser mijarên; wekheviyê pêşveçûna konseptê, cureyên wekheviyê di warê siyasî û zagonî de, di tevgera civakê de, aborî pênaseya edaletê, têgeha edaletê wekhevî û edalet di jiyana civakî de, wekheviya di navbera jin û mêr di jiyana siyasî de û hwd. nîqaş hatin kirin.

Sererastkirina têgihiştinên şaş ên derbarê edalet û wekheviyê de’

Têkildarî panêlê, berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Qamişlo ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Welîda Hesen axivî û got: “Di civaka me de gelek nêrîn û têgihîştinên şaş der barê edalet û wekheviyê de bi taybetî di mêjiyê jinan de dane rûniştandin. Bi lidarxistina vê panelê re me xwest em rastiya van têgînan bi jinên civakê bidin nasîn û wan sererast bikin. Ji bo ku civaka me têgihîştî û zane be, di heman demê de ji bo ku civaka me bikaribe li ser xwe bimîne, pêwîst ku em panêl û projeyên bi vî rengî bi pêş bixin.”