‘YPJ’ê pêşenga jin û jiyanê ye’

Fermandar û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û ji bo damezrandina YPJ’ê gotin: “Em îro du rojên girîng pêşwazî dikin ev roj roja tevahî gelê azadîxwaz û jinan e.”

Navenda Nûçeyan- Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû hêvî û hebûna tevahî jinên bindest ku îro dikeve 10 saliya xwe. YPJ’ê karibû bi hêz, bawerî û fikrê xwe çeteyên mîna DAIŞ’ê têk bibe û jinan ji koletiyê rizgar bike. Îro YPJ’ê li tevahî cîhanê bûye îlham ku her aliyên cîhanê jin beşdarî nav refên YPJ’ê dibin.

Duh bi merasimek bi heybet YPJ’ê roja 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina xwe bi torenek leşkerî pîroz kirin. Her wiha piştî torena leşkerî fermandar û şervanên YPJ’ê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin û ji bo damezrandina xwe govenda azadiyê wergirtin. Fermandar û Şervanên ku beşdarî torenê bûn di derbarê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina YPJ’ê nêrînên xwe parve kirin.

‘Jin di 4’ê Nîsanê de bû xwedî nasname’

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zinarîn Qamişlo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevahî jinan, gelê azadîxwaz û mirovahiyê pîroz kir: “Roja 4’ê Nîsanê damezrandina YPJ’ê ye û divê rojê de jin bi Rêber Apo re bû xwedî îrade, hebûn û nasname. Jin têkoşînê di şexsê Rêber Apo de naskir. Erka YPJ’ê ya yekem parastina civakê û xwedî derketina jinên bindeste. Roja damezrandina YPJ’ê ew roje ku tevahî jin xwedî nasnameya xwe ya bingehîn xwedî derdikeve û erka xwe cardin vedigerîne. Di vê rojê de divê jin di zanist û parastinê de kûr bibin. Em wek YPJ’ê deyna li stûyê me ewe ku bikaribin azadiya Rêbertî ya fizîkî misoger bikin. Em cardin vê rojê li Rêber Apo û li tevahî jinan pîroz dikin. Banga me di vê rojê de ji bo tevahî jinan ewe ku ger îro YPJ’ê di şoreşê de dibe çavkaniya hêza jinan, tevahî jinên ku azadiyê digerin, dikarin beşdarî vê riya azadiyê bibin.”

‘YPJ’ê ji bo tevahî jinên cîhanê wateya wê cuda ye’

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Lorîn Tolhildan diyar kir ku fikrê ku hiştiye YPJ’ê bê avakirin, fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û teqez ku ew 4’ê nîsanê bi kelecanek mezin pîroz dikin, ji ber him artêşbûna wan e, him jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ez vê rojê li Rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikim. Her salê ku em vê rojê pîroz dikin, yekser bi Rêber Apo re dijîn. Weke artêşa jin û damezrandina YPJ’ê li Rêber Apo pîroz dikin. Her sal em daxwaz dikin ku bi Rêber Apo re bijîn û vê rojê bi Rêber Apo re pîroz bikin. Dibe ku Rêber Apo weke fizîk ne li gel me be, lê di ruh , fikir de bi me re dijî. Em vê rojê bi rûkeniyekî di nava tevahî civakê de bi kelecanî pîroz dikin. Em her rojê û kêliyê li Îmraliyê dijîn. Fikrê ku hiştiye YPJ’ê bê avakirin, fikrê Rêber Apo ye. her sal rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ’ê bi hev re tê pîroz kirin ku ev yek morelek mezin dide me. Salvegera YPJ’ê ji bo tevahî jinên cîhanê wateya wê cudaye û hewildana me ewe ku em hertim artêşa xwe mezin bikin û li tevahî cîhanê belav bikin.”

‘Ev roj, roja tevahî gelên azadîxwaz û jinan e’

Şervana YPJ’ê Nûcan Amed hêstên xwe yên der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina YPJ’ê wiha bi lêv kir: “Em îro du rojên girîng pêşwazî dikin ku yek rojbûna Rêber Apo, ya din jî damezrandina YPJ’ê ye. Ev roj roja tevahî gelê azadîxwaz û jinan e. YPJ’ê karibû rolek mezin bileyîze ku him cihê xwe di nava şer de him jî di nava têkoşînê de digire. YPJ’ê ji bo parastina civaka xwe herdem amade ye, ji ber parastina civak û jinan e. Em îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bûn xwedî îrade, hebûn, nasname, ruh û têkoşîn. Rêber Apo ji bo jinan kedek mezin da, em ê jî weke YPJ’ê em ê jiyan, ked û xweşiya xwe ji bo Rêber Apo bikin.”

‘Bi berxwedan û têkoşînek mezin hatin vê rojê’

Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê diyar kir ku damezrandina YPJ’ê ji bo wan rojek pîroz e û got: “Divê tevahî jin di vê rojê de xwedî li şoreşa xwe derkevin û hîs bikin. Xeyalên me ji bo Rêber Apo pir mezin e ku em rojek Rêber Apo di nava xwe de bibînin. Armanca me ji bo xeyalên me yên ku bi Rêber Apo re azad bijîn mezin e. Îro rojek pîroz e, loma damezrandina YPJ’ê divê rojê de xwedî girîngiyek mezin e. Em bi berxwedan û têkoşînek mezin hatin vê rojê ku gelek bedelên giran hatin dayîn. Gelek hevalên me yên şehîd hebûn ku dixwastin vê rojê bi bîr bînin û vê rojê pîroz bikin, loma ez hemû şervanên azadiyê bi bîr tînin. Divê hemû rojê me bibin roja jinan û berxwedana xwe mezin û berfireh bikin. avabûna YPJ’ê li hember zihniyeta bi hezar salan e, loma erka me ewe ku em jinê biparêzin.”