Li Mahabadê bi zarokan re dar hatin çandin

Li Mahabadê ji bo jiyana bi sûd û çêbûna hezkirina xwezayê bi zarokan re çalakiya çandina daran hat lidarxistin. Çalakvanan diyar kirin ku armanca wan ew e nifşeke ku bi xwezayê ve girêdayî ye mezin bikin.

Mahabad – Şer, madeyên kîmyewî, bi bermahiyên kargehan texrîbkirina xwezayê û gelek sedemên din hevsengiya ekolojîk a cîhanê xerab dikin. Ji ber vê sedemê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê çalakvanên jîngehparêz û sivîl ve li deverên cuda yên bajêr dar hatin çandin. Çalakgeran bi zarokan re daran çandin.

Aktîvîsta jîngehê ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, da zanîn ku ji bo jîngeheke baş ku mirov bikaribe lê bijî ava bikin, bi zarokan re dar çandine. Dylan Boursan wiha got: "Di çandina daran de yek ji pirsgirêkên ku em rastî tên ew e ku mirov nizanin kîjan dar li ku tên çandin. Çandina daran yek ji çareseriyên parastina têkoşîna guherîna avhewayê û cihêrengiya jîngehê ye. Em zarokan fêrî çandina daran dikin. Me li hinek deveran ji bo çandiniyê darên guncaw hilbijart û divê em bala xwe bidin qada ku bi jîngehê re aheng e.”

‘Me xwest em hestiyariya zarokan di warê xwezayê de ava bikin’

Dylan Boursan der barê sûdên daran de axivî, wiha got: “Gelek feydeyên daran ên wekî hilberîna oksîjenê, kêmkirina qîrehkaran, kêmkirina qirêjiya deng, mêhîna toz û gazên kîmyewî, tunekirina gelek bakterî û kivarkên yek hucereyî hene. Armanca me ji bo parastşna jîngehê bilindkirina hişmendiyê ye. Em baş dizanin yekem kesê ku rola herî mezin dilîze zarok in. Îro li cihên guncaw 15 dar hatin çandin. Me zarokan fêr kir ka dar çawa tên çandin û divê çawa bên parastin. Zarok bi karê çandina daran dikarin ji bo xwezayê zêdetir hestiyar bin.”