Li Şengalê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li ser axa pîroz a Êzidxanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de biryardariya bihêzkirina hemleya “Dem Dema Azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e” hat dubarekirin.

Şengal-Li Şengalê bi beşdariya bi sedan kesan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li baxçeyê Rêber Apo hat pîrozkirin. Şahiya pîrozbahiyê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)’ê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê hat lidarxistin, peyam hatin dayîn, stran hatin gotin û bi girtina dîlanê hat pîrozkirin.

‘4’ê Nîsanê rojbûna me tevan e’

Şahiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê û yên fermanê dest pê kir. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Pakiz Celal axivî û diyar kir ku nabe ev roj weke rojbûna Rêber Apo tenê were pîrozkirin û got: “Ev roj rojbûna me tevan e, ji ber weke civak û gelên bindest bi naskirina fikrên Rêber Apo em ji fermanê rizgar bûn. Em ji tunebunê rizgar bûn ji bo wê em vê rojê weke rojbûna tevahî gelan û mirovahiyê pênase dikin.”

 ‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e’

Emşê Şengalî roja 4’ê Nîsanê li tevahî gerîlayên azadiyê û li civaka Êzidî pîroz kir û got ku ew weke jinên Şengalê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bihêz dikin û hêvî dikin ku saleke din ew ê vê rojê pê re pîroz bikin.

Emîra Xelef jî Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî jinan pîroz kir û got: “Weke jinên Êzidî bi saya Rêber Abdullah Ocalan me azadî nas kir û îro jî em di nava kar û xebatê de ne em ji bo civaka xwe xizmetê dikin weke jin erka me ji her kesê zêdetir e ji bo wê divê em ranewestin heya Rêber Apo azad bikin.”

Piştî peyaman, şahî bi stranên hunermendên Navenda Çand û Hunera Êzidxanê û stranên Koma Hêviya Jinên Şengalê domiya.