Yekîtiya Mamostayên Sine: Zextê li ser mamosteyan nayê qebûlkirin

Sendîkaya Mamostayên Sine, derbarê girtina mamostayan û dozên wan de daxuyaniyek dan. Sendîkaya Mamosteyan got ku zextê li ser mamosteyan nayê qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana li Rojhilat û Îranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” di meha xwe ya çaremîn de didome. Li gel hemû zextan jî gel ji daxwaza xwe ya guhertina rejîmê paş ve gav navêje. Hikûmeta Îranê ji bilî zextên li ser hemû koman, zext, girtin û gefên li ser mamostayan didomîne.

Sendîkaya Mamostayên Sine daxuyaniyek belav kir û têde hişyarî li ser performansa perwerde û saziyên din derbarê girtin û dozên mamostayan da. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Rageşiya li ser sektora perwerdeyê ya parêzgeha Sine bi giştî û bajarê Seqiz û Zivieyê bi taybetî ber bi asteke cidî ve diçe. Ev alozî di girtina mamostayên Seqiz, Sine, Merîwan û Dîwanderbeyê de eşkere bû. Ji gelek sendîka û mamosteyên çalak re dosya hatin vekirin. Ew sewqî Lijneya Binpêkirinanên Îdarî hatin kirin. Di pêşnûmeya mûçeyên meha Mijdarê de ji bo sedan mamosteyan cezaya nedewamkirinê hatin zêdekirin. Di meha Kanûnê de mamoste bi dersînorkirinê hatin tehdîdkirin.”

Yekîtiya Mamostayên Seqiz û Ziviyeyê ji di daxuyaniya xwe de hat destnîşankirin ku etîketkirina mamostayan û zextên li ser wan tên kirin nayên qebûlkirin.