Li Sîstan-Belûcîstanê gel daket kolanan
Li parêzgehê Sîstan û Belûçistanê ku di hefteya “Îna bixwîn” de derketine kolanan duh jî xwepêşandanên nêrazibûnê berdewam dikir, li Ciwanroyê ji aliyê dewleta Îranê ve sewqiyata leşker û polîsan hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên bi xwîn ên 30’ê Îlona 2022’an roja Înê ji aliyê rejîma Îranê ve hat pêkanîn, her roja Înê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê tê protestokirin. Kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane tên bibîranîn û ji bo eşkerekirin û cezakirina berpirsên qetlîamê çalakî tên lidarxistin.
Vê heftiyê jî (duh) paytexta parêzgehê li Zahîdanê, piştî nimêja Înê welatî daketin kolanan û bi avêtina dirûşmeyên dijî hikûmetê meş pêkanîn. Sîstan û Belûçistanî yên dirûşmên “Bimre sîxurên-Basîc”, “Bimre Hamaney”, “Artêşa Îranê sûc pêktîne” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin, peyama dê xwepêşandan berdewam bikin dan. Ji bilî Zahidanê, li navçeyên Rask û Dzapê jî meş û xwepêşandan hatin pêkanîn. Di çalakiyan de al, pankart û posterên Hamaney û rayedarên hikûmeta Îranê hatin şewitandin.
Li Ciwanroyê sewqiyata leşker û polîsan
Hate hînbûn ku piştî qetlîamên polîsên rejîma Îranê yên li bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bajêr re sewqiyata leşker û polîsan hat zêde kirin. Piştî êrîşên dema serdanên goristanê yên ji bo bîranîna 40’emîn bîranîna kesên li Ciwanroyê jiyana xwe ji dest dane, li bajêr sewqiyata leşker û polîsan hat zêdekirin, duh wesayîtên zirxî yên leşkerî bi karwanekê ketin nava bajêr. Hate dîtin ku li bajer gelek kolan, kuçe û cede û di ketin û derketina bajar de "tedbîrên ewlehiyê" yên tund hatin girtin.