Li Amedê Xizmên windakiriyan aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

Xizmên windakiriyan dî hefteya 725'an ya çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê piştî hate binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windakiriyan di hefteya 725’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de li ber Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê hatin cem hev. Malbatên ku wêneyên windakiriyan hilgirtin vê hefteyê aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 27'ê Kanûna 1997'an de li navçeya Licê ya Amedê hate windakirin, pirsîn.

Di çalakiyê de çîroka Mehmet Ozdemîr hate xwendin.

‘Bi zorê li wesayîtek spî siwar kirin û revandin’

Mehmet Ozdemîr ê di sala 1954’an de li gundê Arakî yê girêdayî navçeya Lîceya Amedê ji dayik dibe, bavê 7 zarokan e. Bi zextên dewletê yên di salên 90’î de zêde dibin re malbata Mehmet Ozdemîr koçî Amedê dibin. Li Amedê bi çandina zevî û sewalkariyê re debara xwe dike. Di 1997’an de carekê tê binçavkirin piştî îşkenceyê di 4 rojan de tê berdan. Ji ber vê tundiyê nêzî 40 rojan li ser cih ranabe. Mehmet Ozdemîr di sala 1997’an de di 26’ê Kanûnê de diçe qehweyekê rûdinê. Li qehweyê polîsên bi cilên sivil in tên wî ber bi maşîneyekî spî ve dibin. Mehmet naxwaze li maşîneyê siwar bibe û lê ew bi zorê lê tê siwarkirin. Hevjîna wî Enzîle Ozdemîr di 29’ê sala 1997’an de serî li ÎHD’ê ya şaxa Amedê dide.

‘Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe’

Piştre jî neviya Mehmet Ozdemîr Bermal Kaya axivî. Kaya destnîşan kir ku kûjer û berpirsiyar diyar in û wiha got: “Kûjerên ku destê wan ketiye xwîna bav û kalên me her tim hatin parastin. Lê destên dayikên me ku hesab ji kujeran dipirsin, hatin şikandin. Em ê jî her tim li van qadan bin. Wan ew têkoşîn dewrî me kir û em ê jî heta dawiyê hesab biprisin. Ez bapîrê xwe dixwazim, bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe. Em ê ji bo bapîrê min û hemû windayan têbikoşin.”