YE yekem zagona li ser tundiya li dijî jinan erê kir

Parlamentoya Ewropayê qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan qebûl kir, ku wê cara yekem li tevahiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bê tetbîqkirin.

Navenda Nûçeyan – Parlementoya Ewropayê di giştî Yekîtiya Ewropa (YE) de cara yekem e pêkanîna zagona derbarê têkoşîna tundiya li dijî jinan de erê kir û biryara dîrokî îmze kir. Zagona nû ya cezayên giran li dijî tundiya li ser jin û malbatê, sineta jinan û zewaca bi zorê jî digre nava xwe.

Zagona ku di Lêjneya Giştî ya parlementoya Ewropayê de hate dest girtin, li hemberî 27’an bi 522 dengan hate erêkirin. Di dengdanê de 72 parlementer bê biryar man. Zagona ku bi piştevaniya piraniyan hatî erê kirin, li welatên endam de ku qasî pêwîst nagrin dest, cûrên tundiyê ku jinan di astek zêde de bandor dike, li giştî YE di nava sûc de cih digre. Dema zagon hişyar dike, di mijara pêşîlêgirtina êrişên zayendî de têgîna ‘riza’ daxuyaniyek berfireh jêre tê kirin û tacîza dijîtal jî tê cezakirin.

Zagon çi bi xwe re tîne?

Di zagonê de, rewşên bê parastin ên weke tirs, windahiya mejî, serxweşî, razan, nexweşî, birîndariyên bedenî û seqetî, di çarçoveya ‘çalakiyên ji derveyî rizayê’ tê nirxandin. ‘bêdengiya jinan’ bi awayek gotinî yan jî fîzîkî  ‘li ber xwe nedan’ faktorên weke têkiliya fail ya demê berî û niha de weke ‘rizaya wê hebû’ girtina dest tê qedexekirin. Di heman demê de di zagonê de, tevî ku kes riza nîşan daye, mafê dest ji rizaya xwe berdaye tê nasîn.

Di sûcên tundî û destdirêjiyê de cezayê girtîgehê 8-10 sal tê pêşbînîkirin. Ji bo sûcên êrişên zayendî herî kêm 3 sal, dibin navê sedemên girankirina sûcan de di rewşa pêkanînê de tê xwestin ku 5 sal cezayê girtîgehê lê were birîn.

Li aliyê din bi zagonê, derbarê van sûcan de lîsteya sedemên giran jî hate berfirehkirin. Lîste ji derveyî sûcên li dijî erkdarên civakê, rojnamevan û parêzavanên mafê mirovan, cînayetên mexdûran, rêbazên zayendî, rengê çerm, dîn, kokên civakî yan jî li gora baweriyan cezakirin digre nava xwe.

Rêk û pêkiya zagonî, piştî 20 rojan dema di rojnemaya fermî ya YE de hate weşandin, dê bikeve meriyetê. Welatên endamê YE, wê zagona nû di nava 3 salan de bixwe meriyetê.

Komîsyona Ewropa, bi boneya roja cîhanî ya jinan zagon cara yekem di 8’ê Adara 2022’an de pêşkêş kiribû.