Di bîranîna komkujiya Dêrsimê de banga hevrûbûnê

Ji bo kesên ku di komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameya bîranînê de banga hevrûbûnê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Di salvegera Komkujiya Dêrsimê de îro bi pêşengiya rêxistinên elewiyan li herêma Kûtûdereyê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSKD) Komelya Elewiyên Ewropayê, endamên Komeleya Elewî ya Mersînê û hejmarek zêde hemwelatî beşdarî bîranînê bûn.

‘Armanca me ew e ku em vê komkujiyê nedin jibîrkirin’

Merasima bîranînê bi vêxistina çirayan û rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan ji bo komkujiya ku bi navê “Roja Reş” tê pênasekirin banga “hevrûbûnê” kir û wiha axivî: “Armanca me ew e ku em vê komkujiyê nedin jibîrkirin, ji nifşên nû re vebêjin û rojekê ji bo hevrûbûnê têkoşîna hevpar a civakî bidin meşandin.”

‘Em bîrxistina qirkirinê weke erk dibînin’

Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiyên Elewiyan a Elmanyayê Huseyîn Mat tiştên di dema komkujiyê de hatine jiyîn bi bîr xist û got: “Me vê êşê tu car ji bîr nekir. Em li Ewropayê ji bo Komkujiya Dêrsimê were nasîn gelek xebatan didin meşandin. Dema ku em tên Dêrsimê li şûna em bibînin dewlet dê bi komkujiyê re hevrû bibe û hesaê bipirse, polîtîkayên xwe yên înkarkirinê û asîmîlasyonê didomîne. Ji bo Dêrsimî bi zimanê xwe neaxivin, baweriya xwe nejîn, dewlet gelek projeyan dixe meriyetê. Xwezaya me tê texrîbkirin. Zû yan dereng dê dewlet helbet hesabê vê qirkirin û sirgûnkirina mirovan bide, hevrû bibe.” 

‘Riya wan riya me ye’

Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete jî wiha axivî: “Hemû zindî rastî komkujiyê hatin. Bi qanûna di sala 1937’an de hatiye derxistin fermana komkujiyê hat dayîn. Riya wan riya me ye. Em ê kesên hatine qetilkirin tu car ji bîr nekin.”

 ‘Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî axivî, kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Me Komkujiya Dêrsimê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin. Me ji bo komkujiyên nû neyên jiyîn, êşên me zêde nebin, nexwest komkujî were jibîrkirin.

Tulay Hatîmogullari komkujiyên hatine jiyîn rêz kir û axaftina xwe wiha domand: “Heya ku Tirkiye dest ji bîrdoziya cihêkariyê ya li dijî elewî û baweriyên din bernede, heya ku di serî de elewî û baweriyên din hemû mafên xwe yên bingehîn bi temînata Destûra Bingehîn bi dest bixin dê têkoşîna me bidome.”

Banga hevrûbûnê

Tulay Hatîmogullari ji bo bi komkujiyê re hevrûbûn çêbibe xwest komîsyon were avakirin, lêborîn were xwestin û wiha got: “Heta ku ev yek pêk neyên dê têkoşîna me bidome. Ev erdnîgarî ya me hemûyan e, têrî me hemûyan dike. Ji bo ku bi heqîqetê re hevrûbûn çêbibe em ji vê derê careke din bangawaziya xwe dubare dikin.

Bîranîn bi avêtina qurnefîlên li ser Çemê Munzûrê bi dawî bû.