‘Em mufredata ku newekheviyê ava dike red dikin’

Meclisa Jinan a Egîtîm Senê diyar kir ku dibîstan bi mufredatên veşartî tên rêvebirin û bal kişad ser xeteriyên “Modela Perwerde ya Sedsala Tirkiyeyê.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) têkildarî pêşnûmeya “Modela Perwerde ya Sedsala Tirkiyeyê” li navenda giştî ya sendîkayê daxuyanî da.

 Sekretera Jin a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim daxuyanî da û anî ziman ku mufredata ku hatiye amadekirin dê cihêkariya zayendî kurtir bike.

‘Dibîstan bi mufredatên veşartî tên rêvebirin’

Sîmge Yardim da zanîn dibîstan bi mufredatên veşartî û ne nivskî tên rêveberin û destnîşan kir ku desthilat dixwaza civakê li gorî “yek ol, yek mezhep, yek nasname” ava bike û got: “Desthilat dixwaze kesayetiyên ku “ne rexnegir û îtaetkar” ava bike. Em mufredata ku armancên siyasî û bîrdozî yên desthilatê çavdêrî dike red dikin. Rexneyên me yên li dijî mufredata nû ne tenê teknîkî û pedogojik in, di heman de mê de siyasî ne jî. Me li dijî mufredata ku cihêkariyan ava dike, disepîne li kargehan, li kolanan li her qadeke jiyanê têkoşîna xwe domand, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”