Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 654

Li Zîvala Xezayê ku 211 roj in êrîşên artêşa Îsraîlê didomin di 24 saetên dawî de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 654.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê der barê bîlançoya êrîşên Îsraîlê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de agahiyên der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê didomîn hat parvekirin û hat ragihandin ku di nav 24 seetan de di êrîşên li Zîvala Xezayê de 32 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dane, 41 Filistinî jî birîndar bûne. Bi wan windahiyên dawî re bi giştî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 654, hejmara birîndaran jî bû 77 hezar û 908.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li kêleka rê û di bin xirbeyan de cenaze hene lê ji ber astengiya leşkerên Îsraîlê xebatkarên tendirustiyê û erkdarên parastina sîvîlan nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.