Xwepêşandanên li Suweydayê: Em ê daxwazên xwe yên azadiyê bidomînin

Li bajarê Suweyda yê ku gelê Durzî yê Suriye lê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo Sûriyeyek demokratik û îstîfakirina hikûmeta Şamê didomînin. Gelê ku li qada Karama kom bûn diyarkirin ku ew ê daxwazên xwe yên azadiyê bidomînin.

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda – Xwepêşandanên ku di 17’ê  2023’an de li bajarê Suweyda ku piraniya xelkê Durzî lê dijîn û dikeve sinorê Urdinê li başûrê rojavayê Sûriye ya ji ber şert û mercên rêjeya bilindbûna enflasyonê û xirabûna rewşa aborî bi daxwaza îstifakirina hikûmetê destpê kiribûn, didome. Çalakiyên ku her hefte tên li darxistin, vê hefteyê di 25’ê Cotmehê li Qada Karamê hatin li darxistin.

Bi sedan kes li Qadê li hev kombûn, bang li Netewên Yekbûyî kir ku qanûna hejmara 2254 were bicih anîn.

 ‘Em ê daxwaza azadiyê bidomînin’ 

Beşdarvana meşê Lubna Ashta got: “Piştî bê edaletiya 500 salan, em ji bo daxwaza azadiyê, rumetê û redkirina hemû cureyên neheqî û gendeliyan û  bi taybet êşa ku gelê Sûriya dikişine û qetilkirina ciwanan  li vir in.” Lubna Ashta got ku hebûna jinan dinava tevgerê de bi têkoşîna jinê ve girêdayî ye.  Beşdarvan Iiman Ebû Esaf diyar kir ku tevgera Suweyda  dê berdewam bike û dê wê daxwazên xwe yên ji bo mafê xwe û mafên gelê Sûriyeyê yên ku bi salan e rastî hatine bidomînin. Em ê daxwaza xwe ya azadiyê bi domînin.

‘Qada Karama yekane cihê gelê Sûriyeyê ye ku daxwaza azadiyê dikin e’ 

Reem Al Shoufî jî wiha got: “Weke hemwelatiyên Sûriyeyê, em dizanin êdî civaka navnetewî Sûriye kontrol kiriye. Lê Qada Karama yekane cih e ku ji bo hemû Sûriyeyên ku daxwaza azadî û rûmetê dikin berdewam dike, ji ber ji bo me xala yekane ya derketinê ev der e.” Reel Al Shoufi diyarkir ku gelê Sûriye gelek fedekartî kiriye û gelek xwin rijandiye û heq dikin ku ya herî baş bigrin.