Meclisa Jin a PYD’ê li dijî êrişan bang kir: Bêdeng nebin

Meclisa Jinan PYD’ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a li dijî heremê û bang li her kesê kir ku li dijî sucên dewleta Tirk pêktîne bêdeng nebin.

Hesekê – Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê êrişên dewleta Tirk ên li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Endam û rêveberên Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Endam û Rêvberên Kongra Star, sazî û dezgehên jin di daxuyaniyê de amade bûn.

Daxuyanî li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk a taxa Kebab a bajarê Hesekê ji aliyê endama Meclisa jinan PYD’ê Hediya Ehmed ve hate xwendin.

‘Êriş bi taybet li dijî jinan tê pêkanîn’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê ne nû ye, berdewamiya sûcên şer û planên dagirkeriyê ye. Daxwaza gelê herêmê di welatê xwe de azad, bi ewle û bi sîstemek demokratîk bijî, ji ber vê ev êriş bi taybet li ser gelên herêmê pêk tê. Em dibînin ku êriş bi taybet li ser jinan pêk tê, dewleta Tirk a dagirker dixwazin şoreş û deskeftiyên şoreşê binpêk bikin. Lê berxwedana jinan û rêxistinbûyîna wan ya bi fikir û ramanê Rêber Ocalan planên wan ên qirkirinê vala derdixe. Em ê bi yekîtiya xwe û bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” planên qirkirin û dagirkeriyê têk bibin û bighêjin azadiya fîzikî a Rêber Apo.

Civaka Navneteweyî berpirsê van êrişên dijmirovî, exlaqî ne û zagon e. Em bang li kesên azadîxwaz dikin ku li dijî sucên dewleta Tirk pêktîne bêdeng nebin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.