Pêkhateyên Til Temir û Zirganê: Em li vir in, em ê qir nebin

Pêkhateyên bajarê Til Temir û bajarê Zirganê ên Kantona Cizîrê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşeke girseyî lidarxistin, meşvanan bertek nîşanî êrişan dan û gotin: "Em li vir in, em ê qir nebin."

Til Temir – Dewleta Tirk a dagirker di şeva 23’ê Cotmehê de, dest bi êrişên xwe yê dagirkeriyê li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Di encama êrişên çend rojan ku hîn berdewam e jî, 17 kes di nav jin û zarok jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Her wiha di binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê de jî gelek zirarên canî û madî çêkiriye.

Li dijî êrişên ku ev çend roj in bê navber li dijî herêmê tê kirin û sûcên tên pêkanîn, îro bi sedan ji pêkhateyên bajarê Til Temir û bajarê Zirganê ên Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişan bi awayekî girseyî meşek lidarxistin.

Meşvanên jin yên ku beşdarî meşê bûn, bertek û daxwazên xwe anîn ziman.

'Nasnameya me axa me ye'

Hemdiya Kûtê destpêkê armancên êrişên dagirkeriya Tirk anî ziman û wiha got: "Bi êrişan dixwazin gel tî û birçî bihêlin û bi koçberiyê re rûbirû bikin. Gelê ku şoreş destpê kir, ji roja yekemîn de dizanîbû wê çi bibe ji lewra êrişên îro her çiqasî bandor jî bike, lê wê gel warê xwe ji Erdogan re nehêle. Li rast Emerîka û li çepê me jî Rûsya heye, eger wan çirayên kesek nedana dewleta Tirk wê îro êrişek ewqas hov û komkujî pêk nehatiba. Em ne Kurd ê berê ne û em in yê ku serokatiya xwe jî azad bikin. Ji Gelê Kurd re tu çare nema ye ji berxwedanê pêve, bi berxwedanê em ê azadiyê misoger bikin. Nasnameya me axa me ye, heta dawî em ê li vir bin.

‘Em bi hêza xwe hene’

Hemdiya Kûtê di dawiya axaftina xwe de ev got: "Îro Rûsiya û Emerîka ya garantor li şûna ku garantiya vê axê ji êrişan bikin, çirayên kesk didin û dixwazin Gelê Kurd di nav xwe de qir bikin, lê belê gelê Kurd wê bi gelên din re bihevre vê axê biparêzin. Gerîla zarokên me ne, dema ku Erdogan tengav dikin Erdogan tê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê bila Erdogan baş zanibe Gerîla kengî bixwaze wê li nava dilê wî bixe, ji lewra em bi gerîla û gerîla bi me bihêz dibe."

'Zagonên mafê mirovan tê binpêkirin'

Xewla Şêx Salih ji pêkhateyên Ereb jî got ku dewleta Tirk êrişên terorê li dijî herêmê pêk tîne û wiha domand: "Em bi tundî rêxistinên mafê mirovan yên navdewletî û navneteweyî rexne û şermezar dikin, ji ber ku çavên xwe ji sûcên şer yên ku dewleta Tirk li dijî herêma me pêk tîne, digrin ku nabe were efû kirin jî. Divê ku ev êriş yekser werin rawestandin û binpêkirinên li dijî gelê herêmê werin cezakirin, da ku nifşekî nû dûrî psîkilojiya şer û derûniya xirab, were avakirin û aramî li herêmê serwer bibe."

'Armanc neçareserkirina Doza Kurd e'

Gulnaz Osman jî da zanîn ku armanca êrişan neçareserkirina doza gelê Kurd û wiha pêl da gotina xwe: "Herwiha neçareserkirina doza Kurdî û nepêkanîna projeya Netewa Demokratîk e, ji lewra heta dawî jin li dijî êrişan bi bertek in. Erdogan behsa aşîtiyê dike, lê belê li gor Erdogan aşîtiyeke çawa divê ku serwer bibe? Ev êriş naveroka aşîtiya ku Erdogan tîne ziman radixe ber çavan. Ji lewra em li vir in, yan em ê bimrin yan em ê bimînin."

Meşa ku ji Meclisa Malbatên Şehîdan destpê kir, li dawiya kolana Şehîd Omer Baravî bi dawî bû. Di meşê de siloganên li dijî dagirkeriyê, silavkirina silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gel û gerîlayên azadiyê, hatin berzkirin.

'Banga avakirina Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya serbixwe'

Di meşê de Hevseroka Meclisa bajarê Zirganê Semah Ebadî êrişên li dijî gel û binesaziya herêmê pêk tîne şermezar kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Binpêkirinên îro dewleta Tirk dike, dikeve rêza sûcên şer ku li dijî zagonên mirovî yên navdewletî ye. Em ji vir demildest bang li civaka navdewletî û taybet Meclisa Ewlehî ya navdewletî dikin, ku bilez bikevin tevgerê û êrişên dewleta Tirk rawestînin, gelê sivîl biparêzin û rêzgirtinê ji zagonên mafê mirovan re bikin. Her wiha em bang li çêkirina Komîta lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe dikin ku were avakirin û sûcên dewleta Tirk lêkolîn bike û sûcdaran radestî edaletê bikin."

Meş bi diruşmeya "Bijî berxwedan" bi dawî bû.