Xwendekarên Afganî: Talîban ji jinên bi hêz û zana ditirse

Xwedekara di zanîngeha taybet ya Kabilê dixwîne Tahmia Mangal diyar kir ku jin li dijî Talîban berxwedaniyê dikin û Talîban ji jinên bi hêz û zana ditirse.

BAHARÎN LEHÎB 

Kabul - Talîbana ku rêveberiya Afganistinê girtiye dest, bi taybet zextên li beramberî jin û zarokên keç herku diçe zêde dibe. Wezareta perwerdeya bilind ya Talîban nameyek giştî rêkir ji zanîngehên dewlet û taybet re û diyarkirin ‘Heta bangawaziyek din’ xwendevanên jin wê perwerdeya xwe berdewam nekin. Gelek xwendevan li dijî vê biryara Talîbanê helwesat xwe nîşan dan û meşek li darxistin, hin ejê jî bi çavê rondik neçar man vegerin malên xwe. Ajansa me derbarê mijarê de nêrînên xwendekaran girt.

Xwedevana di zanîngeha taybet ya Kabilê dixwîne Tahmia Mangal li dijî vê pêkanîna Talîban helwesat xwe nîşan da û got: “Îsal sala min ya perwerdê ya dawî bû, lê mixabin ji be rpêkanînên Talîban yê dij mirovane ez xwendina xwe temam nakim.”

‘Dizanîn çeka jinên Afgan xwendine’

Xwendevan Tahmia Mangal hêrsa xwe ya li beramberî Talîban bi van gotinan anî ziman: “Ez matmayî mam, hindirê min tejî tirs bû, ji ber berê ji min bangawaziyên di derbarê dibîstanên zarokên keç de bihistibûm. Xwendevanên keç çûbûn dibîstanê lê belê rastî deriyê dibîstanê ye qepat hatin. Îro li zanîngeha Kabil xwendevanên keç ji bo biçin ezmûnên xwe, rê nehat dayîn xwendevanên keç bikevin zanîngehê. Di hindirê min de hestek ecayîb heye, li beramberî Talîban ez gelek bi hêrsim. Sala min ya dawî ya xwendinê ye. Ez xwe baş hîs nakim, ji ber êşa min ne tenê eve. Keçek ya min heye û w-ew jî ji mafê xwendinê bê par dimîne, ez îsal ew keçên ku îsal zanîngehê temam bikin di fikirim. Ev keçan bi gelek hêviyan dixwazin perwerdeyên xw etemam bikin. Ev biryara Talîban gelek bi êşe û jin wê xw eli beramberî vê negrin.”

‘Talîban ji jinên bi hêz û zana ditirse’

Xwenevana Afganî Tahmia Mangal wiha got: “Armanca jinan ne ewe ku sinifan derbaz bikin, ji dixwazin zana bibin. Rayedarên Talîban ji perwerdeya jinan di tirsin, ji ber Talîban bê perwerdeye û yan jî perwerdeya bi sînor heye, nexwazin jinên Afgan bixwînin, dizanîn wê jinên bi zana li dijî fikrê wan derbikevin, dizanîn çeka jinên Afgan perwerdeya wane. Ji ber vê yekê astengî ki beramberî perwerdeya jinan çêdikin û eve jî cûrek yê tundîtûjiyê ye.

‘Li kêleka jinan bisekinin’

Tahmia Mangal wiha bang li ew jinên ku perwerdeya wan ji aliyê Taliban ve hatî qedexekirin kir û got: “Beriya ku ez peyama xw ebigihînim jinan, destpêkê ez bang li mêrên welat dikim, ji bîr nekin profila xwe di Facebookê de reş nekin, di torên xwe yên civakî de xwe weke xwîngermî nîşan nedin, pêwîstiya me bi vê nîne. Berûvajî li kêleka jinan bi sekinin, bêdeng nebin hunê heta kengê bêdeng bin? Ma tenê erka jinan e ku rabin ser lingan û dirûşmeyan berz bikin? Dirûşmeyên me bûne çeka me. Em hemû bihevre bisekinin, em dixwazin ders bixebitin. Ez dibêjim jinên Afgan sekna xwe winda nekin, rêberên herî mezin bizanin xwendevanin. Ji ber vê yekê wê tu caran li beramberî perwerdeya me, nebin asteng.”