Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di meha Tebaxê de herî kêm 15 jin û 4 zarok hatin kuştin

Li gorî daneyên ku ji aliyê navenda me ya nûçeyan ve hatine tomarkirin, li Îranê di meha Tebaxa îsal de herî kêm 15 jin û 4 zarok hatine kuştin. Li girtîgehên Îranê 2 jin hatin darvekirin.

Li gorî daneyên ku ji aliyê navenda me ya nûçeyan ve hatine tomarkirin, li Îranê di meha Tebaxa îsal de herî kêm 15 jin û 4 zarok hatine kuştin. Li girtîgehên Îranê 2 jin hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Di mehên dawî de, gelek nûçeyên têkildarî kuştina jin û zarokan li herêmên cuda yên Îranê hatin weşandin; di nav van bûyeran de jinên ku berê gelek caran rastî gef an tundiyê hatine, jinên ciwan û zarokên ku ji ber tundiya navmalî mirine û jinên piştî tehemula bi salan a tundiyê ji ber sûcên kuştina hevjînên xwe hatine darvekirin hene.

Li gorî bûyerên di vê raporê de hatine berhevkirin, di meha Tebaxa 2026’an de herî kêm 15 jin û 4 zarok ji ber tundiyê mirine.

Li gorî vê

* Jina ciwan a 18 salî Soma Moghaddî ku di temenê biçûk de hatibî zewicandin piştî li Pîranşarê xwe şewitand, rakirin nexweşxaneyê lê ji ber birîna xwe ya giran mir. Di heman demê de, du jinên din jî hatin darvekirin.

Kuştina jin û zarokên keç: Ji êrîşên bi çek bigre heta tundiya nava malê

* Li Kazakînê, zilamekî bi alîkariya kurê xwe yê 17 salî, jina xwe ya 47 salî Îsmet Cabbarî û keça xwe ya 8 salî Setare Kerbasî kuştin.

* Çalakvana çand û hunerî û rêvebera Mala Wênekêşên Kurdistanê Meryem Aslanî, keça wê Somayeh Tevakolî û kurê wê Mehdî Tevakolî li ser riya Merîvan-Bane ji aliyê hêzên îstîxbarata Muhafizên Şoreşê ve hatin kuştin.

* Di 16’ê Tebaxê de, li gundê Sarroud ê navçeya Kalatê, jinek 32 salî piştî ku ji aliyê hevjînê  xwe ve bi benzînê hatibû şewitandin, ji ber şewata giran mir.

* Li Şehr Babek, mêrekî hevjîna xwe kuşt û li Qiyamdeştê, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, cenazeyê wê li çola derdora gundê Çelkozê hat veşartin. Li gorî nûçeyan, sedema kuştinê nakokiya li ser kuştina keça malbatêk bû, li gorî nûçeyên hatine weşandin, beriya çend salan ji aliyê heman mêrî ve hatibû kuştin.

* Li Meşhedê, jinek bi navê Leyla li ber çavên keça xwe ya 17 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin. Tê gotin ku sedema kuştinê ji ber li dijî firotina kelûpelên malê derketiye bûye. Her wiha hat diyarkirin ku hevjînê wê ve ji bo madeyên hişbir bikire hewl daye kelûpelên malê bifroşe.

* Neda Jalilian a 26 salî ji Malekanê û dayîka zarokek çar salî, ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

* Sanaz Mehrabî Dashtakî, ya 15 salî ji Marvdeştê, ji aliyê apê xwe ve bi tifingê hat kuştin.

* Li Çabaharê, xwendekar û xebatkara dermanxaneyê, Azîta (Soheila) Rahmatzahi ya 24 salî, tenê 12 roj piştî ku bi zorê hatibû zewicandin, ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê hat. (gelo hatiye kuştin? Vê negotiye loma min sor kir.

* Li Babolê, Somayeh Razzaqî jî ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.

* Li Parandê jina 33 salî ji ber li dijî pêşniyara zewacê ya destgirtiyê xwe derket hat kuştin.

* Li navçeya Nûrê mêrekî dê, bav û birayê hevjîna xwe bi guleyan kuşt.

*Li navçeya Rey mêrekî hevjîna xwe kuşt.

* Roja 20’ê Tebaxê, Latîfeh Mihemedzadeh a 40 salî ya ji Seqizê ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hat kuştin. Hat diyarkirin ku berê gelek caran hevjînê wê gefa kuştinê lê xwaribû û heta li dadgehê jî rastî tundiyê hatibû.

*Atusa Jafarî ya 27 salî ku li Ofîsa Posteyê ya Saneh dixebitî, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi kêrê hat kuştin û kiryar reviya.

*Roja 19’ê Tebaxê, jineke ciwan li Saadatabadê piştî ku ji pencereya ofîsek ket xwarê mir; der barê sedema bûyerê de tu agahî nehatin dayîn.

* Li Meşhedê, piştî ku zarokek keç a Efgan a 15 salî rakirin Nexweşxaneya Haşimînejad, mirina mejî çêbû. Li gorî raporan, li ser serê wê nîşaneyên qamçî û lêdanan hebûn û hat tesbîtkirin ku kiryar hevjînê wê ye.

* Li Muhammadabadê, nêzî benzînxaneyek li Zabulê, êrîşeke çekdarî li dijî malbateke Belûc pêk hat, zarokek biçûk hat kuştin, dayîka wî jî bi giranî birîndar bû.

Înfazên jinên ku dibin hedefa tundiyê

Ji bilî van bûyeran, cezakirina jinan di hinek rewşan de bûye sedema mirina wan.

* Marziye Nayirî ya 24 salî, di temenê biçûk de bi zorê hatibû zewicandin, ji ber kuştina bi zanebûn a hevjînê xwe cezayê ku bi xwe xwe ceza bike lê hatibû birîn û li girtîgeha Navendî ya Qezvînê hat darvekirin.

* Roja 19’ê Tebaxa 2026’an, Donya Mihemedî ya ji Îvan Xerbê li girtîgeha Navendî ya Îlamê hat darvekirin. Dema ku hatibû girtin, 18 salî bû.

Daneyên meha Hezîran û Tîrmehê yên nehatine belgekirin:

* Di meha Hezîranê de, mêrekî li Meşhedê hevjîna xwe kuşt. Di heman demê de, ciwanek 19 salî dayîka xwe kuşt.

* Roja 25’ê Tîrmehê, Roşana Nûrî ya 15 salî, xelkê gundê Serhoviyê yê parêzgeha Sanê, ji aliyê birayê xwe ve bi guleyê hat kuştin.

Tundiya li dijî Jinan: Pirsgirêkeke ku hê jî weke ‘pirsgirêka malbatê’ tê binavkirin

Li gorî çalakvanên mafên jinan, pirsgirêka herî mezin di çareserkirina van bûyeran de ew e ku kuştin û tundiya li dijî jinan a bi sernavê ‘nakokiyên di nava malê de’ û ‘pirsgirêkên namûsê’ ve tên sînordarkirin. Ev awayê binavkirinê tundiyê ji pirsgirêkeke civakî û qanûnî vediguherîne pirsgirêkek taybet, rê li ber mêran vedike ku di nava malbatê de li ser jinan kontrol û desthilatdariyê bidomînin.

Aktîvîstên mafên jinan bawer dikin ku dema gef, lêdan, kontrolkirin, zewaca bi zorê û heta kuştin weke ‘nakokiyên nava malê’ tên binavkirin, sedemên bingehîn ên tundiyê tên paşguhkirin û ji berpirsiyariya saziyên yasayî û dewletê derdikeve.

Di rewşên wiha de, jin ne tenê bê parastina qanûnî dimînin, di heman demê de dema ku ji bo rizgarkirina jiyana xwe serî li pergala dadweriyê didin, baş nayên parastin.

Weke din, jin û çalakvanên sivîl destnîşan dikin ku nebûna parastineke bi bandor, nebûna malên bi ewle û qelsiya yasayên astengkirinê, gelek caran hatine şermezarkirin.

Rexnegir dibêjin ku hebûna jinan di hikûmet û pergalên yasayî de heta niha nikaribûye mercên parastineke pratîkî û bi bandor ji bo jinên ku rastî tundiyê tên biafirîne. Ji ber nebûna reformên bingehîn di yasa, pergala parastinê û çanda malbatê de, her roj nûçeyeke din a kuştina jin an zarokek tê weşandin.