Tulay Hatîmogullari: Ger li Îmraliyê maseyek hatibe danîn, ev berhema têkoşîna 100 salî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di serdana şîna Tevgera Azadiyê ya li bajarê Wanê de destnîşan kir ku ger îro li Îmraliyê maseyek hatibe danîn, ev yek bi saya bedêlên sed salî, têkoşîna Dayîkên Aştiyê û berxwedana gel pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan – Serdana girseyî ya ji bo şîna nemirên Tevgera Azadiyê ku li navçeya Artemêtan a Wanê hatiye danîn, didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari û heyeta pê re, serdana şînê kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Tulay di serdanê de axivî, anî ziman ku vê heftiyê li Kurdistanê êşeke mezin heye û dilê her malbatê dişewite, lê ligel vê yekê jî hêviyeke mezin heye. Wê got: “Îro her canê me yê ku ketiye xakê, têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd gihandiye îro. Îro her canê me yê ku ketiye xakê, wek neferekî têkoşîna şoreşgerî, welatparêzî û sosyalîst, wek neferekî têkoşîna gelê Kurd li xakê hêvî çand û hêvî mezin kir. Gelê Kurd êdî ne gelekî wisa ye ku tê înkarkirin, tune tê hesibandin û zimanê wî nayê dîtin. Bi têkoşîna canên ku ketine xakê, bi têkoşîna rêxistinkirî ya gelê me yê hêja û bi têkoşîna bi rûmet a ku gelê Kurd li çar parçeyan daye re, êdî kes nikare hebûna Kurdan înkar bike û wê nikaribe bike jî.”

‘Têkoşîna 50 salî û banga dîrokî ya 27’ê Sibatê’

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku di 27’ê Sibata 2025’an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga aştî û civaka demokratîk re mohra xwe li dîrokekê da û wiha pê de çû: “Di vê yekê de para têkoşîna ku ev 50 sal in dewam dike pir mezin e. Ger li Îmraliyê maseyek hatibe danîn, bizanibin ku di serî de canên îro ketine xakê, Dayîkên Aştiyê û têkoşîna rêxistinkirî ya civakê ev pêvajo gihandiye îro û sedema ku dewletê li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re diyalog û muzakereyek daye destpêkirin jî, berxwedana gel û mezinbûna têkoşînê ye. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinan de ev tişt anî ziman ‘Êdî têkoşîna gelê Kurd ketiye qonaxeke nûjen. Çek dê bêdeng bibin, pevçûn dê bi dawî bibin, şer dê biqede û têkoşîna siyasî û hiqûqî dê xurttir bibe’. Di vî warî de pêvajoya ku di 27ê Sibatê de dest pê kir, hêviyeke mezin afirand.”

‘Pirsgirêka Kurd divê di bingeha siyasî û hiqûqî de bê nîqaşkirin’

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku wek encama van hemû bedêlên ku îro hatine dayîn, ew hêvî dikin û dixwazin ku li ser vê axê pirsgirêka Kurd êdî wek pirsgirêkek “terorê” neyê binavkirin û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd dê di bingeha siyasî û hiqûqî de bê nirxandin û axaftin. Di qanûna çarçoveyê ya nû ya derketî de em hêvî dikin ku em vê têkoşînê di qada siyasî de hîn zêdetir mezin bikin. Em bi hev re zimanê gelê Kurd, mafên çandî yên gelê Kurd û hemû nirxên ku gelê Kurd 100 sal in ji bo wan têdikoşe, bighînin qonaxeke ku veguhere destkeftiyeke berbiçav û serkeftinê.”