UNICEF: Şer Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pêşeroja zarokan wêran dike
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku şer û pevçûn rasterast bandorê li ser zarok û perwerdehiyê dikin, gelek dibistan hatine wêrankirin an jî wekî stargeh hatine bikaranîn û banga parastina mafê perwerdehiyê kir.
Navenda Nûçeyan – Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di 23ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê, li ser bandora giran a şer û pevçûnan a li ser zarok û perwerdehiyê li herêmên cûda yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hişyarî da. UNICEFê diyar kir ku hin dibistan hatine bombebarankirin û wêrankirin, hinên din jî bûne stargeh an jî ji bo armancên leşkerî hatine bikaranîn.
‘Divê perwerde nebe qurbaniyek din a şer’
Rêxistinê tekez kir ku "Divê perwerde nebe qurbaniyek din a şer." Li gorî daxuyaniyê, gelek xwendekar ji cih û warên xwe bûne an jî nikarin bigihîjin dibistanên xwe. Di encamê de, hin dibistan bi tevahî bê xwendekar mane û zarokên din jî neçar mane ku dev ji perwerdehiya xwe berdin.
UNICEF diyar kir ku bêparkirina zarokan ji dibistanên wan ne tenê tê wateya windakirina mafê wan ê perwerdeyê, lê di heman demê de wan ji hesta ewlehî, aramî û rûtîna rojane jî bêpar dike. Wê da xuyakirin ku ev yek di heman demê de pêşeroja ku zarok hewl didin gav bi gav ava bikin jî wêran dike.
Bangawaziya parastina mafê perwerdeyê
UNICEFê bi bîr xist ku perwerde mafekî bingehîn ê her zarokekî ye û daxwaza parastina wê û berdewamiya bênavber a perwerdeyê kir. Rêxistinê xwest ku tu carî destûr neyê dayîn ku pevçûn zarokan ji vî mafê bingehîn bêpar bikin.
Rêxistinê rapora xwe bi tekezî bi dawî kir û anî ziman ku parastina mafê perwerdehiyê yê zarokan berpirsiyariyeke hevpar a hemû aliyan e.