Xizmên windayan carek din edalet xwestin

Xizmên Windayan li Amed û Elihê, li aqubeta Mehemet Salih Akdeniz û Nazim Gulmez ku di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 766’an de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ lidarxistin.

Xizmên windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê kombûn parlementerê CHP’ê Amedê Sezgîn Tanrikûlû  piştgirî da çalakiyê.

‘Divê hevrûbûn çêbibe’

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku aştîxwaz dixwazin ku li Tirkiyê aramî were misogerkirin û şer bi dawî bibe û wiha got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em tevî xizmên windayan dibêjin ku şer hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê zirarê dide sivîlan. Wêneyên ku her hefte li vir tên vekirin encama ku aştî li Tirkiyeyê pêk nehatiye ye. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Êdî kes naxwaze bûyerê bi vî rengî biqewimin. Em daxwaza aştiyê dikin.”

‘Mirov bi komî tên qetilkirin’

Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû da zanîn ku di nav wêneyên windayan de dost heval, nas û malbata wî jî heye û got: “Ev wêne me dibin paşerojê. Mixabin me hîn barê ku salên 80, 90 û 2000’an neavêtiye. Ji ber polîtîkayên dewletê yê bêcezakirinê mixabin me aştî neanî ser vê erdnîgari yê.Niha li ber çavê hemû cîhanê hema bêje di weşanên zindî de mirov bi awayek komî tên qetilkirin û ji muxalefeta kilavya tu muxalefetek din nîne. Hemû kes tenê bi şermmezarkirinê hewl didin derbas bikin, ev diramek mezin ya mirovatiyê ye. Emê destpêkê li vê erdnîgariyê û li her dere cîhanê li dijî şer derbikevin. Ji ber herî zêde ên ku ji şerê zererê dibînin xizan, jin û zarokin.”

Li aqubeta Mehmet Salih Akdenîz pirsîn

Di çalakiyê de Çîroka Mehmet Salih Akdenîz ku li navçeya Pasur ya Amedê di 9’ê Cotmeha 1993’an de li zozan şênî bi 11 kesan re hate binçavkirin û windakirin ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hate xwand.

Mehmet Salîh Akdenîz li gundê Kanikanê yê navçeya Pasûra ya Amedê ye. Akdenîzê ku 68 salî bû û muxtarê gund bû, di derdora xwe de kesekî jê dihat hezkirin û bi mêvanperweriya xwe dihat naskirin. Ji ber ku gundê wî bi cotkarî û sewalkariyê re mijûl dibe, havînê koçî herêma Şenê ya gundê Nedera ya li ser sînorê Pasûr û Mûşê dibin. Di îlona 1993’an de li herêma Şenê ya gundê Nedera ji aliyê Fermandariya Tugaya 2’yemîn a Boluyê ya di bin fermandariya Tumgeneral Yavûz Erturk de operasyonek mezin tê li darxistin. Di 9’ê Cotmehê de Mehmet Salih Akdeniz dema ku amadekariyên vegera gund dike di wê demê de tê binçavkirin. Piştî ku ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin dibin goristana Kepir ya girêdayî gundê Nedara. 11 kesên ku di bin çavan de dihat girtin heftiyekê ji aliyê mirovan wan ve ji bo wan xwarin dibirin. Li gora tiştên dihat gotin ên ku hatin binçavkirin destê wan girêdayî û dema ku ên dihatin serdanê, dema xwarin dixwarin pêwîstiyên xwe ên taybet pêkdianîn destê wan dihat vekirin.

Li gora gotinên hevjîna Mehmet Salih Akdenîz Pembe Akdenîz herî dawî dema ku xwarin biriye ji hevjînê xwere jêre gotiye;’êdî xwarinê neyne ji mere wê me ji vêderê bibin.’ Roja din li gora şahidên ku dîtî li gel Akdenîz 11 kes xistine helîkopterê û ji wêderê birine. Li rûxmê malbatan serlêdana hemû saziyên fermî kirin derbarê ên ku hatin binçavkirin tu zanîn nehatin bi destxistin.”

Doz niha di qonaxa Dadgeha Bilind de ye Der barê windakirina Mehmet Salîh Akdenîz û pêvajoya darizandinê de jî ev agahî hatin parvekirin: “Di sala 2001’an de DMME’ê ji bo malbatên 11 kesên windabûyî Tirkiyeyê mahkumî cezayê pere kir. Nêzîkî 11 sal piştî bûyerê, di  mijdara 2004’an de, li gundê Nedera yê navçeya Pasûrê, şivanek bi rasthatinî li ber çem rastî hestiyên mirovan tê. Bi belavbûna agahiyê hin kesên ku xizmên wan widane diçin herema ku hestî lêhatine dîtin. Li herêma ku hestî lê hatin dîtin cil û bergên şewitî û hin tiştên şexsî jî hatin dîtin. Xizmên windayan alavên wan teşhîs kirin. Di wê kêliyê de kurê Akdenîz tavilê tebeqa titûna bavê xwe nas dike. Di nav hestiyan de hestiyên tasa serî tune ne. Weke ku ji alavan jî tê fêmkirin, piştî ku wan qetilkirine cenazeyên wan şewitandine.  Pişt re derbarê van hestiyên hatin dîtin de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Piştre ji xizmên kesên di wê heyamê û li wê herêmê de winda bûne testa DNA’ê tê girtin û hestî ji ATK’ê re tên şandin. Piştre hestî li ATK’ê winda dibin. Di Cotmeha 2013’an de 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara vekirina doza Komkujiya Gundê Nedera Pasûrê dide. Di doza Komkujiya Gundê Nedera ku 18’emîn danişîna wê, di 19’ê Îlona 2018’an hat dîtin de, ji ber ku der barê Tûxgeneral Yavuz Erturk ê ku operasyon bi rêvebirin de delîlên têr û teqez tunene, dadgehê biryara beraatê dide. Serlêdana îtîrazê ya li dijî vê biryarê ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê ve di 9’ê Kanûna 2020’an de tê redkirin. Doz niha di qonaxa Dadgeha Bilind de ye.”  Piştî ku çîrok hat xwendin girse çalakiya rûniştinê pêk anî. Li Êlihê hefteya 602’emîn    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 602’emîn de çalakiya xwe de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD, nûnerên OHD, MEBYA-DER’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Nazim Gulmez ê di 15’ê cotmeha 1994’an de li gundê Taştêk ê bi ser navçeya Xozata Dêrsimê ve ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.