Çalakiyên gelê Suweydayê di hefteya 7’an de didome

Gelê Sûweydayê ên ku li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê ji bo daxwaza jiyaneke baş dest bi çalakiyan kirin, xwestin daxwazên wan bi cih were.

Suweyda- Xelkê bajarê Suweyda yê Sûriyeyê duh li qada El-Kerame kom bûn û daxwaza guhertina siyasî û rûxandina rêjîmê kirin. Gelê ku ev 2 meh in çalakiya xwe didomîne, duh di çalakiya xwe de stranên azadiyê gotin.

Yek ji jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûye Sîham Zeyn Eldîn  wiha got: "Ez dayika yekem efserê me ku li parêzgeha Suweydayê ji destê hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê reviye. Ez dibînim ku çawa rastî îşkence û zextê tên. Beşdarbûna çalakiyan hestek baş dide min. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan. Li dijî neheqiyê divê em bisekinin. Em daxwaza hilweşandina rejîma ku mirovan ji azadiyê mehrûm dike û wan bêdeng dike dikim."

‘Ewqas bêedaletî bes e’

Yek ji jinan Mona El-Abdullah jî diyar kir ku gelek sedem hene ku ew tevlî tevgera aştiyane bibin û wiha sedemên xwe yê tevlîbûna çalakiyê anî ziman "Em hêvîdar in ku ev tevger di armanca xwe de serkeftî be û em dixwazin di qanûnên mafên jinan de guhertin bên çêkirin. Jin di nava vê tevgerê de xwedî cihekî girîng in, pêwîstiya wan bi yekîtiyê heye. Ewqas bêedaletî bes e.

Banga tevlîbûna çalakiyê

Mihendîs û helbestwan Ghada Al-Shaarani diyar kir ku  ji 2011’an ve gelê Sûriyeyê êşên pir mezin kişandine û wiha destbi axaftina xwe kir: Gelê Sûriyeyê bi gendelî û kuştina mirovên bêguneh re dijî. Em daxwaza berdana girtiyan û pêkanîna biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî dikin. Em daxwaza avakirina welateke laîk û demokratîk dikin. Divê qanûn ji bo berjewendiya gel bin.” Ghada El-Şeranî bang li hemû jinan kir ku bi taybetî jinên li peravên Sûriyê û yên jinên ku kurên xwe di êrîşa li bajarê Humsê a ku derçûna dibistana leşkerî hatibû kirin beşdarî xwepêşandanan bibin.

‘Werin tevlî me bibin’

Taghreed Al-Baset  a bang li hemû jinên ku di qeyrana 2011’an heya roja me îro ve zarokên xwe winda kirine kir û wiha axivî:” di mijarê mafê zarokên xwe de hûn çima hin bêdeng in? Werin tevlî me bibin. Fikir û daxwaza azadiya xwe, rûmeta zarokên xwe, bikin da ku karibin mafên xwe bi dest bixin.”

'Em dixwazin bi azadî û bi rûmet bijîn'

Yek ji jinên ku beşdarî çalakiyê bû Reem Eyûb wiha got: "Hikûmeta Şamê hemû dewlemendiya welat firot. Aboriya Sûriyeyê di nava aboriyên herî xurt ên welatên Ereb de bû. Hikûmeta Şamê ev aboriya xurt ji holê rakir. Kesên ku ji aliye hikemtê yê destekkirin li cihê herî luks dijîn, xizan jî di bin xeta birçîbûnê de dijîn. Em dixwazin di nav azadî û rûmetê de bijîn”

Salwa Rafi jî got:” Divê em siberoja zarokên xwe yên ku ji bo debara jiyana xwe koçî derveyî welat dikin, ewle bikin. Tevî ku hemû tiştên baş li welatê me hene jî, dewlet her tiştî talan dike. Ji ber vê yekê em li vir kom dibin. Em hestên xwe di nava gel de tînin ziman. Em dixwazin rejîmê hilweşînin. Tu destwerdana derve di vê tevgerê de nîne."