Berhemên ku li mala xwe amade dike bû çavkaniya debarê

Firyal Şêxo ev nêzî 5 sal in berhemên demsalî yên li mala xwe amade dike dîsa li mala xwe difroşe û debara xwe dike. Armanca Firyal Şêxo berfirehkirina karê xwe û peydakirina kar ji jinan re ye.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Bi nêzbûna demsala zivistanî re, gel bi çêkirina xwarinên zivistanî re mijûl dibin. Firyal Şêxo ya 54 salî ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê demê de mûnetên zivistanê çêdike, difiroşe û pê debara mala xwe dike çîroka xwe bi me re parve kir.

‘Pêdiviyên xwe yên xweser bi dest dixim’

Firyal Şêxo di destpêka axaftina xwe de destnîşan dike ku ew bi vî karî debara jiyana xwe dike her wiha da zanîn ku ew hemû cureyên mûnetê çêdike û wiha pê de çû: “Mûnetên zivistanê  çêdikim û difroşim. Bi çêkirina vî mûnetî pêdiviyên xwe yên xweser bi dest dixim tevî krîza aborî jî ez karê xwe berdewam dikim. 5 sal in ez di mala xwe de karê çêkirina mûnet dikim hevjîna birayê min û keça wê bi min re dibin alîkar. Mûnetê ku çêdikim dimsa îsota, Megdûs, pelên rez, mireba (rêçel), kulîçe û her wiha çi tişta ku demsala wê be; ez çêdikim. Li gorî xwestekên mirovan ez mûnet çêdikim, her tiştek dema wê de çêdikim.”

‘Ez bi tena serê xwe bûm alîkarê xwe’

Firyal Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi keda xwe ya taybet gihîştiye vê astê û got: “Di destpêka karê xwe de min benî û bastêq çêdikir, piştre min dest bi çêkirina mireba kundiran kir. Hêdî hêdî  min karê xwe berferhtir kir. Destpêkê min gelek zehmetî kişand ji ber ku ez bi tena xwe bûm. Min bi xwe pêdiviyên xwe ji bazarê dianîn, tenê kar dikir lê ez bi karê xwe kêfxweş bûm. Tu kesê piştgiriya min nekir ez bi tena xwe bûm alîkarê xwe û min karê xwe berdewam kir. Min di mala xwe de ev proje ava kiriye, hilbijartina vî karî jî taybet e, ji hezkirinê hat, ji ber ku ji çêkirina mûnetan hez dikim. Her kes ji karê min razî û kêfxweş e tevî ku ez tenê di mal de kar dikim bêyî ku dikanek hebe ez berhemên xwe tê de pêşkêş bikim. Hem alîkariya mala xwe dikim hem jî aboriya xwe jê derdixim.”

‘Divê jin hewceyî tu kesê nebin’

Firyal Şêxo dixwaze projeya xwe hîn berfirehtir bike. Di heman demê de xwest jin bi xwe karibin projeyên xwe ava bikin û wiha bi dawî kir: “Ez bi xwe projeya xwe ya xweser bi rê ve dibim. Di demên berê de min berhemên xwe difirot bazarê lê niha mirov yekser ji cem min dikirin, wiha ji bo min rehettir e. Ez dixwazim karê xwe berfirehtir bikim çend jin bi min re bibin alîkar, ji bo alîkariya jinan bikim da ku jin hewceyî kesek nebin ew bi xwe debara xwe ya xweser bikim. Di heman demê de ji bo ku mûnet bêtir bê çêkirin.”