Xizmên girtiyan banga piştgiriyê li partiyên siyasî kirin

Xizma girtî Herdem Merwanî ku di Nobeda Edaletê de ye axivî, diyar kir ku pêwîst e rojeva ewil a meclisê ku di rojên pêş de bê vekirin divê girtiyên nexweş bin û ji partiyên siyasî re jî banga piştgiriyê kir.

Amed -  Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloqkirin ve hatibû destpêkirin, di roja 316’an de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam dike. Gelek kesan piştgirî da çalakiya malbatên ku ji bo berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan hatiye taloq kirin carek din hatin cem hev.

“Divê girtiyên nexweş bibin rojeva ewil a meclisê”

Daxuyanî ji aliyê keça girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay Herdem Merwanî ve hat dayîn.Herdem Merwanî wiha got: "Em di daxwaza ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin de bi israr in. Em şexsî nêzî vê pirsgirêkê nebûn. Me got ev pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber vê jî divê giştî bê çareserkirin. Beriya çend hefte pêşî Wezîrê Dadê got 'em ê rewşa girtiyên nexweş bînin meclisê. Ji bo ku em çareser bikin'. Ji ber vê jî em bang dikin piştî çend rojan şûnde meclis vedibe.” 

Ji bo partiyên siyasî banga çareseriyê hat kirin

Herdem Merwanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li partiyên siyasî dikin; dostaniya xwe ya li hemberî civakê li vir bidin xuyakirin û piştgiriyê bidin me. Bila xala girtiyan beriya her tiştî bê meclisê. Bi çîrokên cuda cuda dernekevin pêşiya me. Ji ber vê jî em dibêjin çareserî. Ew partiyên siyasî ji bo ku pirsgirêkên me û civakî çareser bikin li meclisê ne. Pirsgirêka ku herî zêde me diêşîne rewşa girtiyên nexweş e. Ger ku dostên vê civakê ne bila dostaniya xwe diyar bikin. Banga me ji partiyên siyasî û Wezîrê Dadê ew e ku ne bi hiqûqa neyartiyê, bi hiqûqa wijdanî nêzî pirsgirêkê bibin. Bi mirinê çareserî pêk nayê. Bi mirinê serkeftin nakeve destên kesan.”

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.