Xetîce Elo: Ez gelek ji fikrên Rêbertî bi bandor bûm
Xetîce Elo ku beşdari 5 civînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gel re li dar xistibû bûbû bi gotinên; “Ez gelek ji kesayet û fikrên Rêbertî bi bandor bûm” diyar kir ku ji bo fikrên Abdullah Ocalan belav bike wê xebatên xwe berdewam bike.
FÎDAN ABDULLAH
Şehba – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2’ê Tîrmeha sala 1979’an de ji Bakurê Kurdistanê derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bû. Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li Sûriye û Lubnanê xebat dan meşandin.
Abdullah Ocalan li wan deran bi gelek aliyên civakê re hat gel hev, di serî de jin, li ser hemû gelên herêmê bandorê çêkir û bi rêxsitin kir.
Yek ji wan jinên ku firsenda fikir, felesefe û naskirina Abdullah ocalan dît Xetice Elo ya ji gundê Damla ya Mabataya Efrînê ye. Xetîce Elo ya 55 salî li Efrîn, Şam û Lubnanê beşdarî 5 civînên Abdullah Ocalan li dar xist bû got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna hemû gelên ku ji aştî û azadiyê mehrûm mane ye. Beriya Rêber Ocalan gelê Kurd rastî gelek zilm û zordariyê dihat.”
‘Rêbertî eleqeyek mezin nîşanî gel da’
Xetîce Elo da zanîn ku Abdulah Ocalan weke qaside aştiyê dibîne û got: “Em weke gelê Kurd gelek kêfxweş in ku rêberek me heye. Bi saya rêbertî, Kurdan hebûna xwe îsbat kir, bûn hêzeke ku hemû cîhanê wan nas kir û têkoşîna wê ji bo gel bû çavkaniya îlhamê. Bi giştî min 5 caran Rêber Ocalan dît. Cara yekem di sala 1994’an de bû. Ew roj ji bo min dîrokî û gelek bi wate bû. Ez gelek ji kesayet û fikrên Rêbertî bi bandor bûm. Ji kesên ku me dîtin gelek cuda bû, eleqeya ku nîşanî gel dida gelek mezin bû dema mirov vê yekê didît gelek kêfxweş dibû.”
‘Pirsgirêkan gelek baş çavdêrî dikir û analîz dikir’
Xetîce Elo çavdêriyên xwe yên civînên Abdullah Ocalan li dar dixist de wiha got: “Xala ku herî zêde bala min kişand ew bû ku pirsgirêkan gelek bi awayek baş çavdêrî dikir û analîz dikir. Dixwest jin xwe bi pêş bixin kêrhatiyên xwe derbixin û hebûna xwe nîşand bidin. Di civînekê de 50 mêr hebûn, em tenê 5 jin bûn, Rêbertî her dem bal dikişand ku jin divê di astên pêş de bin bi îrade û hêza xwe têbikoşin. Rêberti ku di civînan de bang li mêran dikir, destpêkê nirxandin der barê pirsgirêkên jinan de dikir. Rêbertî piştre digot mêr bûne koleyên dewleta serdest zorê li jinan dikin ku jin bibin koleyên koleyan.”
‘Girêdana min a bi felsefeyê re zêde dibe’
Xetîce Elo destnîşan kir ku piştî fikrên Abdullah Ocan nas kir jinan qalibê xwe şikandin û got: “Girêdana min a bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re her roja ku diçe zêdetir dibe, lawekî min beşdarî tevgera azadiya Kurd bû, şehîd ket. Rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan têkoşiya, her dem li pey azadiya hemû gel, mezheb û olan bû, hewl da fikrên xwe bigihîjîne hemû jin û beşên civakê. Em bi Rêbertî re ketin ferqa nirx û hêza xwe. Ji ber vê jî şoreşa Rojava bû şoreşa jinan.”
‘Bi hêza ku me ji Rêbertî girt em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Xetîce Elo bi bîr xist ku ji bo belavkirina fikr û felsefeya Abdullah Ocalan xebatan didin meşandin û got: “Karê herî girîng têkoşîna herî mezin a jinan e. Hişmendiya ku bi me re ava kiriye, hêza me ya têkoşînê, hebûna me ya îsbatkirina bi hemû cîhanê, em azadiya xwe deyndarê Rêber Ocalan in. Em ê jî vê têkoşîna xwe ya bi hêz berdewam bikin.”