Tifaqa Ked û Azadiyê metna mutabakatê aşkere kir

Tifaqa Ked û Azadiyê biryar da ku wê di bin banê Partiya Çep a Kesk de bi lîsteya hevpar li 81 bajaran, TÎP jî li 49 bajaran û 52 derdorên hilbjartrinê bi navê xwe û logoya xwe bi lîsteyên cuda di 14’ Gulanê de bikevin hilbijartinê.

Navenda Nûçeyan – Tifaqa Ked û Azadiyê, helwesta xwe ya têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê û metna lihevhatina polîtîk aşkera kir.

Civîna çapemeniyê li Yekitiya Mulkiyeyiyan a li Enqereyê hat lidarxistin, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk, Hevserokê Giştî û berdevkên wan û hejmarek zêde ya rojanmegeran beşdar bûn.

Metna lihevhatina polîtîk a Tifaqa Ked û Azadiyê ji aliyê Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ve hate xwendin.

‘Tê hedefkirin ku rejîma yek mêrî bi dawî bibe’

Di metna lihevkirinê de wiha hat gotin:

“Tifaqa Ked û Azadiyê weke hilbijartina serokomariyê, hilbijartina parlamenteriyê de jî armanc dike ku rejîma yek zilamî bi dawî bike. Tifaqa me ya avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê armanc dike wê ji hilbijartinan piştgiriyeke mezin a gel bigire, ji aliyê ked, aştî û demokrasiyê ve nûnertiya meclisê ya bihêz bi dest bixe.”

 TÎP wê bi listeya cuda bikeve hilbijartinê

Akin, destnîşan kir ku EHP, EMEP, HDP, SMF û TOP a di nava tifaqê de cih digrin wê li 81 bajaran bi lîsteyên Partiya Çep a Kesk bi awayekî hevkar bikevin hilbijartinê, TÎP jî wê li 49 bajar û 52 herêmên hilbijartinê bi logoya xwe bikevê û li hemû bajarên din wê pişgtgiriya Partiya Çep a Kesk bike.”

 ‘Serkeftina me hemûyan ji niha ve pîroz be’

Piştî xwendina metna mutabaqatê serokê giştî yê TÎP Erkan Baş mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê hebûna tifaqa ked û azadiyê misogerî ye û bal kişand ser rexneyên li ser biryara cudaketina hilbijartinê û nîqaşan û wiha got: “Em bawer dikin, didin nîşandan û hîs dikin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê surprîzek herî mezin a hilbijartinê ava bike. Em di ferqa bendwariyên we de ne, em bawer dikin ku li hemberî van bendewariyan em ê bi serkeftî ji hilbijartinê derbikevin. Em bang li gelê me dikin ku tifaqa Ked û Azadiyê bi hêz bikin, ji bo hilweşandina rejîma yek mêrî piştgirya me bikin. Em ê bi tifaqa Ked û Azadiyê re dest bi meşa qezenckirina serkeftinê bikin. Serkeftina me hemûyan ji niha ve pîroz be”

‘Di 14’ê Gulanê de em ê bi hev re qezenc bikin’

Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca da zanîn ku ji bo avakirina Tirkiyeyê zend û bendê xwe girêdane û got: “Em ji kolanan, li qadên jiyanê, qadên têkoşînê tên. Em vî şerî bi awayekî herî bi hêz didomînin. Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqa karkeran, jinan, Kurdan, Elewiyan û yên bindest e. Alternatîfa derketina civakê ye, em ê bi tifaqa gel û ya bindestan re faşîzmê bixin çopa dîrokê. Em ê rejîma qesrê hilweşînin. Di 14’ê Gulanê de em ê bi hev re qezenc bikin, riya me vekirî be.”