Aktivîsta Îranî Surî Babaî hat berdan

Aktîvîsta Îranî Surî Babaî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê der barê gelek jinan de ji ber redkirina ferzkirina hicabê biryarên girtinê tên dayîn. Yek ji wan jî aktîvîsta sivîl a Îranî Surî Babaî ye, ji ber redkirina awayê hicaba bi zorê gelek caran hat girtin.

Aktîvîst herî dawî di meha Tîrmeha borî de vîdyoyek belav kiribû û ji ber şermezarkirina ferzkirina hicabê careke din hatibû girtin. Surî Babaî bi biryara ku duh hat girtin, hat berdan.

Surî Babaî ji bilî qanûnên ferzkirina hicabê di mijarên mafê mîras, rayeya zarokan û hevberdanê de jî bertek nîşanî qanûnên cudakar dide. Surî Babaî dema di girtîgehê de bû, ji bo şermezarkirina girtina xwe greva birçîbûnê jî dabû destpêkirin.