Şanaz Îbrahîn Ehmed: Tiştên ku Tirkiye dike teror e

Rêvebera Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed helwest nîşanî êrîşa li dijî balafirxaneya Silêmaniyê da diyar kir ku dewleta Tirk bi balafiran xaka Kurdistanê bombebaran dike.

Navenda Nûçeyan – Rêvebera Mekteba Siyasî ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîn Ehmed, der barê êrîşa duh li ser balafirxaneya Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Şanaz Îbrahîm Ehmed destpêkê êrîşê şermezar kir û got: “Dewleta tirk her roj bi balafirên bê mirov xaka pîroz a Kurdistanê bombebaran dike. Divê Tirkiye pirsgirêkên xwe yên navxweyî di nava xwe de çareser bike, tiştên ku Tirkiye dike teror e ew li dijî herêmê û Silêmaniyê terorê dikin.”

‘Xak û zimanê me yek e divê deng û helwestên me jî yek bin’

Şanaz Îbrahîm Ehmed bal kişand ser daxuyaniya berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê û wiha got: “Di daxuyaniyê de tu mohrek hikumetê tune ye. Em Kurd in û qedera me yek e. Em di nava çar welatan de hatine dabeşkirin lê nabe em pişta xwe bidin hev. Xak û zimanên me yek e. Çi dema em rastî pirsgirêkan hatibin, Kurdên beşên din deriyê xwe li me vekirin, nabe em niha pişta xwe bidin wan. Divê Tirkiye lêborînê ji Iraq, Herêma Kurdistan û Silêmaniyê bixwaze. Divê Herêma Kurdistanê li dijî vê bûyera terorîstî ya ku Tirkiyeyê li hemberî herêmê kir, helwesteke cidî nîşan bide.”