‘Xetera vê hikûmetê bi qetilkirina 8 hezar sivîlan diyar dibe’

Endama Koordînasyona Kongra Star Nadiya Hiso li ser bîlançoya salek a sûc û kiryarên HTŞ’ê got: “Hikûmet bi komên çete yên cîhadîst hat birêxistinkirin. Ji bo vê jî xetera vê hikûmetê bi qetilkirina 8 hezar sivîlan diyar dibe.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – HTŞ’a cîhadîst piştî hilweşîna rejîma Baasê ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha, Sûriyeyê di bin navê hikûmeta demkî de birêve dibe. Li gorî bîlançoyên salekî yên kiryarên ku HTŞ’ê di Sûriyeyê de pêk anîn, pêşerojeke metirsîdar xwe dide der.

HTŞ’a ku di 27’ê Mijdara 2024’an de dest bi liv û tevgera destwerdana li ser desthilatdariya li Sûriyeyê kir, ji 8’ê Kanûnê heta niha dest daniye ser hikûmeta Sûriyeyê. Piştî saleke dirêj ji destwerdana HTŞ’ê rapor û bîlançoyên kiryar, binpêkirin û komkujiyên ku çeteyên cîhadîst pêk anîne hatin weşandin, rewşa Sûriyeyê diyar bû. Li gorî daneyên ku hatin parvekirin, 8 hezar û 422 sivîl hatine qetilkirin. 636 ji wan jin û 463 jî zarok in. Di heman demê de hat diyarkirin ku 751 jin jî hatine revandin û kuştin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a navçeya Şêranê ya bajarê Kobanê Nadiya Hiso derbarê vê mijarê de axivî û daneyên balkêş bi me re parve kir. Nadiya Hiso ku bi şîrovekirina rewşa heyî dest bi nirxandina xwe kir, wiha got: “Gelê Sûriyeyê zêdetirî 50 salan li dijî zordarî û desthilatdariya rejîma Baasê li ber xwe dan û têkoşîna jiyana aram û hevpar meşandin. Bi hilweşîna rejîma Baasê re par,  hêviyên gelan ên diyarkirina çarenûsa Sûriyeyê û armanca mîsogerkirina şoreşê geş bûn. Lê mixabin geşedanên ku hatin jiyîn, didin diyarkirin ku careke din em rûbirûyê heman hişmendiyê ne.”

‘Komên çete bûn hikûmet’

Nadiya Hiso anî ziman ku HTŞ’ê xwe weke hikûmet li ser gelê Sûriyeyê ferz kiriye û wiha berdewam kir: “HTŞ’ê xwe weke hikûmet birêxistin kir, bêyî ku vîna gelên Sûriyeyê di avakirina Sûriyeyê de hebe xwe li ser gelê wê ferz kir. Bi vê gavê re komkujiyên ku di destpêkê de li paravên Sûriyeyê û piştre li Suweydayê pêk anîn zelal bû ku ew hişmendiya bi salan e têkoşîna wê tê kirin, dîsa bû desthilatdar û rêveber. HTŞ’ê komên çete û cîhadîst weke hikûmet birêxistin kir, gelên me qetil kirin û Sûriyeyê ber bi tunebûnê ve bir.”

Nadiya Hiso bi gotinên “Mixabin bûyerên li Sûriyeyê rû dan, li pêşiya raya giştî pêk hatin û dîsa jî ev hikûmet hat pejirandin û ji aliyê Rojhilata Navîn û cîhanê ve hat pêşwazkirin” anî ziman ku nêzikatiyên hêzên desthilatdar diyar dikin ku ev hêz dixwazin bi vî awayî destdirêjiya xwe ya li Sûriyeyê biparêzin û bi riya Sûriyeyê jî nexşerêya Rojhilata Navîn bidin guhertin.

‘Sûriye westiya lê hêzên desthilatdar nawestin’

Nadiya Hiso balkişand ser kiryarên ku di bin navê baweriyên olî de tên kirin û wiha got: “Komên çete yên di bin sîwana El-Şarî de komkujiyan pêk tînin, xetera herî mezin in li ser civaka Sûriyeyê. Di bin dirûşmên ‘Allahu Akber’ de zarokan, jinan û neteweyan qetil dikin û derbas dibin. Ev kiryar hişmendiya DAIŞ’ê didin der. Dibêjin em sunî ne, gelo em çi ne? Ma em jî ne Sunî ne? Lê dîsa jî me qetil dikin û tehdît dikin. Ji bo vê jî mayîna van koman li Sûriyeyê û di asta hikûmetê de xwe birêxistin kirin, ne tenê li ser Sûriyeyê wê bibin bela serê tevahiya cîhanê.”

Nadiya girêdayî heman mijarê bi pirsa, ‘kî Sûriyeyê xirab dike?’ wiha berdewam kir: “Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate, netew û etnîsîteyên xwe westiyaye. Em li vir behsa şerê 14 salan dikin. Ev gelên ku bi salan e jiyana xwe bi hev re parve kirin, bûn xizm û cîranên hev. Çima niha ev kîn û nefret xwe dide der? Kê ev hişmendî bi pêş xist mirov bûne dijminên hev? Em baş dizanin ev plan û lîstikên hêzên ku destdirêjiyê li Sûriyeyê dikin û naxwazin çareserî mîsoger bibe.”

‘Daneyên di salekê de metirsîdar û xeter in’

Girêdayî bîlançoyên ku hatin weşandin, Nadiya Hiso got “Hêviyên gelê Sûriyeyê di lûtkeyê de bûn” û helwesta xwe bi van gotinan bilêv kir: “Di demeke ku bendewariyên me di lûtkeyê de ne, 8 hezar kes hatine qetilkirin, 700 jin hatine kuştin û revandin ku ev bîlanço roj bi roj zêdetir jî dibe. Ev dane metirsiya herî mezin a ji bo pêşeroja Sûriyeyê ye ku hemû gelên Sûriyeyê vê yekê dibînin û hîs dikin.”

Nadiya ku balkişand ser bangên ku ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bipêş dikevin û wiha got: “Di nava qiyamet û komkujiyên hatin meşandin de, bangên parastinê li QSD’ê hatin kirin. Çima ev daxwaz bi pêş ketin? Ji ber pergal û projeya bi salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bikaranîn diyar e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan pêkhate û baweriyên cuda hene her kes bi hev re dijî û nakokî dernakevin.”

‘Hikûmeta heyî nabe bersiv’

Endama Koordînasyona Kongra Star Nadiya Hiso nirxandina xwe bi van şîroveyan bi dawî kir: “Hikûmeta heyî ji bo daxwaz û rewşa Sûriyeyê nabe bersiv û têr nake. Heta ez dikarim bêjim ku HTŞ bi xwe xetera li Sûriyeyê ye. Ji bo vê jî divê gel, ciwan û jinên Sûriyeyê ev rewşa ku li ser wan tê ferzkirin qebûl nekin. Ger em hikûmeta bi vê rewşa heyî qebûl bikin, em ê êdî nikaribin behsa pêşerojeke azad, demokratîk û wekhev bikin. Bi taybetî divê jin xwedî helwesteke cuda bin ji ber ku ev şer li ser hesabê me tê kirin. Divê em di guhertina pergala Sûriyeyê de bi îsrar bin, heta ku were xwestin divê em hilweşînin û ji nû ve ava bikin.”