'Rewşa mirovî ya li Xezayê roj bi roj xirabtir dibe'
UNRWA’yê ji ber pergala zextê ya li Xezayê û xirabûna konên penaberan, balkişand li ser zehmetiyên zêde yên mirovên koçber pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku divê alîkariyên mirovî bê astengî bên gihandin.
Navenda Nûçeyan – Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Penaberan a Filistînê ya Netewên Yekbûyî (UNRWA), da zanîn herikîna bêasteng a alîkariya mirovî, yekane rêya sivikkirina êşa gelê Xezayê û misogerkirina derbaskirina wan a werza zivistanê ya "bi ewlehî û rûmet" e.
UNRWA’yê, ragihand ku rewşa mirovî ya li Xezayê, ji ber baranên giran roj bi roj xirabtir dibe. UNRWA’yê, destnîşan kir ku şert û mercên jiyanê ku ji ber wêraniya du salan a şer dijwar bû, xirabtir bûye. UNRWA’yê, da zanîn "baranên zivistanê bêtir zehmetiyan tînin" û ji ber serma, qerebalixî û nebûna paqijiyê xetera nexweşiyê zêde dibe û banga radestkirina bilez û bêasteng a amûrên bijîşkî û amûrên stargehbûnê ya ji herêmê re kir.
Bi dehan kon di binê avê de ma
Parastina Sivîl a Xezayê, bi dehan konên ku li Refahê di bin avê de mabûn tehliye kir û hişyarî da ku ger stargehên alternatîf neyên peyda kirin, wê qeyrana mirovî xirabtir bibe. Nêzî 250 hezar malbat di konên xirab de dijîn, ji sedî 93’ê wan êdî nayên bikar anîn. Tevî agirbesta di meha Cotmehê de jî, sînordarkirinên Îsraîlê yên li ser gihandina alîkariyan, başbûna şert û mercên jiyanê asteng dike.