Ji Tûnisê daxwaza pêkanîna qadek bi ewle ji bo parastina jinan
Di rûniştina şeşem a Foruma Efrîqayê de, beşdaran bi hebûna jinan a hewldana aştiyê di parzemînan de, daxwaza pêkanîna biryara 1325’an carek din anîn ziman. Her wiha banga pêkanîna qadek bi ewle ji bo parastina jinan hat kirin.
Tûnis – Di çarçoveya salvegera 25’emîn a derxistina biryara hejmar 1325’an a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de, Foruma Efrîqayê cara yekem ji derveyî Navenda Yekîtiya Efrîqayê, li Tûnisê hat lidarxistin. Di Forumê de bang hat kirin ku divê jin li parzemîna Efrîqayê weke kevire bingehîn ê aştî û ewlehiyê were bihêzkirin û divê destek ji têkiliyên kar ên ji bo pêkanîna aştî û pêşketinê.
Xebatên rûniştina Şeşem a Foruma Efrîqa ya bi sernavê ‘Jin, Aştî û Ewlehî’ di navbera 9-10’ê Kanûnê de li Akademiya Dîplomasî ya Navneteweyî ya Tûnisê, bi boneya 25’emîn salvegera biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya NY’ê, hat lidarxistin.
Di aştî û ewlehiyê de bihêzkirina jinan
Foruma Efrîqayê cara yekem e ji derveyî navenda Yekîtiya Efrîqayê hat lidarxistin, Wezîra Malbat û Jinan a Misrê Esma ez- Zeynî, diyar kir ku Tûnis di asteke bilind de girîngî dide li welatên Efrîqa bihêzkirina têkiliyên kar û dostane di asta piralî de.
Welatên başdar bûne, dilsoziya xwe bi ya biryara hejmara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya NY’ê ku di sala 2000’an de hat derxistin îfade kirin, bal kişandin ser parastina aştiya jinan û pêkanîna ewlehiya navneteweyî û bi bîr xistin ku daxwaza beşdariya wekhev a jinan di pêvajoyên biryargirtinê de kirin.
‘Hewldana bihêzkirina jinan’
Nûnera Etiyopyayê Saba Hagos diyar kir ku înisyatîfa ‘Masayê Jinên Etiyopyayê’ didin maşandin û got: “Ev hewldan hedef dike ku beşdariya çalak a jinan di pêvajoyên aştiyê de bi hêz bike. Ev înisyatîf li Etiyopyayê platformeke di avakirina aştiyê de rola jinan a hişyariyê, beşdariya pêvajoyên muzakereyê û bi hêzkirina jinan e. Înisyatîf bi saziyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî re di nava hevkariyê de dixebitin û hedef dikin ku destek bidin rojeva ‘Jin, Aştî û Ewlehiyê’ û jinên Etiyopyayê di qada aborî û civakî de bi hêz bikin.”
Di aştiyê de pêşeroja jinan û zoriyên ku rastî wan tên
Midura Enstîtuya Mafên Jinan a Lîbya Ghalia Sassî da zanîn ku Forum cara yekê ye ji derveyî Yekîtiya Efrîqayê li Tûnisê tê lidarxistn û got: “Ev jî di çarçoveya salvegera 25’emîn a biryara hejmara 1325 ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî derxist ku destek dide bihêzkirina jinan û beşdariya wan a di pêvajoyên aştiyê de, hat lidarxistin. Ev forum wekî kurtasiya têkoşîna hevpar a Efrîqayê 25 salî, destkeftiyên di dema pevçûnan de hatin bi dest xistine. Her wiha dê çawa beşdariya rast a jinan di pêvajoyên aştiyê de bê pêkanîn ceribandinên bi hêz hatin pêşkêşkirin û girîngiya ku jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin derketin pêş.”
‘Jinên Sûdanê rastî her cure êrîşan tên’
Aktivîsta Mafên Mirovan a Sûdanê Rabab Baldo, destnîşan kir ku jinên Sûdanê ji ber pevçûnan rastî gelek zoriyan tên û got: “Bi taybetî destdirêjî û tundiya zayendî ku jinên Sûdanê ji aliyê Milîsan ve rastî tê, di mijara parastin û dûrketina ji tundiyê, ji bo jinan bûye fikarek bingehîn. Di heman demê de binpêkirinên cuda û awayên tundiyê yên jin rastî tên, di nava pirsgriêkên cidî de cih digre.”
Guherîna avhewayê
Nadia Belal a li Cezayîrê di pispora zayenda civakî ye, îfade kir ku jinan ji ber guherîna avhewayê ziraren mezin dîtine û da zanîn ku êdî dengê jinan nayê bihîstin û got: “Guherîna avhewayê jinan ji karê wan bêpar hiştiye û bi çavkaniyên sînordar, jinên ku hewl didin bijîn mexdûr kirine. Divê planên ku jinan û hawirdorê biparêzin û beşdarî bernameyên pêşketinê yên domdar bibin, bên pêşxistin.”