Xelata "Nûçegihanên Jin a Herî Wêrek a Cîhanê" ji Yalda Meîrî re hat dayîn

Rojnamevan û wênekêş Yalda Meîrî ku di serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” de hatibû girtin, hêjayî xelata “Nûçegihanên Jin a Herî Wêrek a Cîhanê” hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan û wênekêş Yalda Meîrî ku di dema serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” de wêneya xwepêşanderan girt, hat girtin, Rojnamevana Filistînî Şirîn Ebû Akile ku dema li Şeria Rojava raporek amede dikir jiyana xwe ji dest dabû û ji bilî rojnamevanên jin ên ji Ukraynayê, ji Meksîkayê Maria Terzadelgado jî xelata Weqfa Medyayê ya Jinan a Navnetewî (IWMF) ya “Nûçegihanên Jin a Herî Wêrek a Cîhanê” wergirt.

Di merasîma xelat dayînê ya ku 23’ê Cotmehê hat pêkanîn de, girtina Yalda Meîrî di serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” ya di dîroka 28`ê Îlona sala 2022’an de û îşkence dîtina wê ya di dema girtinê de hate vegotin.

Weqfa Medyayê ya Jinan a Navnetewî (IWMF) di dema belavkirina xelatan de wiha got: "Xelatên vê weqfê yên sala 2023'an di demekî ku zextên li ser çapemeniya azad, êrîşên zayendî û bêbaweriya çapemeniyê di asta bilind de tê pêkanîn. Xelatgirên îsal kesên ku di nava şer, sansûr û otorîterîzmê de rastiyê derdixin hole bûn.”

Weqfê, ragihand ku Xelata Wêrekiya Di Rojnamegeriyê De nîşanî mirovan dide ku rojnamegerên jin nasekinîn, nayên bêdengkirin û divê berxwedana wan a li hemberî zehmetiyan bê naskirin. "Ev xelat rojnamevanên wêrek ên ku li ser mijarên tabû nûçeyan çêdikin, di hawîrdorên dijmînatiya jinê de dixebitin û rastiyên dijwar parve dikin, pîroz dike."

Yalda Meirî, di serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” ya 28’ê Îlona sala borî de hatibû girtin û bi kefalet hat berdan.