Xebatên rojnamegeriyê ya Dîcle Mûftûoglû 'sûc' hat dîtin

Kesên di çarçoveya lêpirsîna navend Enqereyê de hatin binçavkirin îro sewqî edliyeyê tên kirin. Xebatên rojnamegeriyê ya Dîcle Mûftûoglû ya ku hat binçavkirin weke sûc hatin nîşandan.

Navenda Nûçeyan - Tê payîn ku di çarçoveya lêpirsîna navend Enqereyê de kesên li 15 bajarên cuda bi serdegirtinan de hatin binçavkirin îro sewqî edliyeyê bên kirin. 

Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû ya ku hat binçavkirin û anîn Enqereyê, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, Selma Yilmaz, Fîlîz Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Ramazan Debe, Erol Balcîbek, Rıdvan Aslan Îfadeya Îsmaîl Adanmîş, Cahît Ablay, Mahmut Dogî, Devran Ak, Hasan Ozhan, Şemsettîn Toprak, Abdurrahim Tanyeli û Mehmet Emîn Yildirim yên ku hatin binçavkirin û anîn Enqereyê îfadeyên wan li Şaxa TEM'ê ya Enqereyê hatin girtin.

Xebatên rojnamegeriyê hatin pirsîn

Hevseroka Giştî ya DFG'ê Dîcle Mûftûoglû ku 4 roj in binçavan de ye, li ser xebatên wê yên rojnamegeriyê, çûn û hatin, telefonên wê yên di vê çarçoveyê de hatin pirsîn. Dozên der barê Dîcle Mûftûoglû ji ber îfadeyên şahidê vekirî Kerem Gokalp û şahîdê bi qodê "K8Ç4B3L1T5" ên ku beşdarî dozên li dijî aktîvîstên Doza Kobanê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bûn, hate vekirin.

MA 'neqanûnî' hat dîtin

Dîcle Mûftûoglû ya ku bertek nîşanî bikaranîna gotina "qaşo" ya  der barê ajansê de dema ku Ajansa Mezopotamyayê di lêpirsînê de "ne qanûnî" hat nîşandan da û got, "MA ajanseke ku bi awayekî qanûnî xebatên xwe didomîne. Ez li wir rojnamegerî dikim. Ez li gor tu talîmatan naxebitim." Herwiha ji rojnamevana re pirsa çûyîna wê ya Herêma Kurdistana Federe ji bo şopandina hilbijartinên referanduma 2017’an di çarçoveya xebatên wê yên pîşeyî de hat kirin.

Veguheztina pere bû mijara sûc

Dîcle Mûftûoglû ya ku di navbera salên 2013-2020'an de li ser telefon û qeydên lêgerînê jî hat pirsîn, diyar kir ku di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de bi hevkarên wê û çavkaniyên nûçeyan re hevdîtin hatine kirin. Her wiha der barê şandina pereyan a ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku di navbera salên 2013 û 2016'an de Midûrê Karên Nivîsê û dihaberê yê ku pere şandina wê bû, ji rojnameger hat pirsîn. Raporên MASAK’ê û şandina pereyan a di navbera malbata Dîcle Mûftûoglû û hevalên rojnameger de bû mijara sûc.

Dîcle Mûftûoglû sûcê li ser xwe red kir û diyar kir ku ew rojnameger e û xebatên wê yên pîşeyî tên astengkirin û got, "Ez li ber çavê raya giştî re, li pêşberî her kesî vekirî rojnamegeriyê dikim."