Çalakvana ji Rojhilatê Kurdistanê: Tiştek ku em winda bikin nîn e!

B.N ya ku beşdarî serhildana Jin Jiyan Azadî bûye û hîcaba bi zorê red dike bi nivîsa ‘Tiştek ku em winda bikin nîn e’ ya ku bi cama erebeyên jinan ve dike banga têkoşînê li jinan dike.

HÎMA RAD

Sine- Serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî destpêkir 8 meh e dom dike. Rayedarên hikumetê hemû rêbazên zextê ji bo tepisandina serhildanê bi kar tîne. Jinên ku li dijî zagonên mêrsalariyê û zextan têkoşîna xwe dom dikin, li gelek qadên jiyanê qûrala hîcaba bi zorê red dikin. Her çendî jinên bê hîcab derdikevin ji derve peymanên bi gef digrin jî, yek gavê ji têkoşîna xwe şunde navêjin.

‘Jin çi dixwazin bila wê li xwe bikin’

Jinan li dijî qûrala hîcaba bi zorê, bi awayê prostetokirinê notên ku li ser kaxezan dinivîsin bi camê erebeyan ve dikin. Yek ji jinên ku beşdarî vê çalakiyê bûye B.N. dibêje: “Ez bê hîcab erebeyê bi kar tînim, ez dirûşmeyan bi erebeyan ve dikim ku ew jî şiyar bibin. Bila jin ji bê hîcab bikar anîna erebeyê netirsin, ji ber mafê wan jî heye. Jin çi dixwazin bila wê li xwe bikin.”

‘Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’

B.N. ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide da zanîn ku serhildana ku pêşengiya wê jin dikin destpêkê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye serhildana hemû jinên cîhanê û wiha got: “Li welat jin di bin zextan de ne ji ber vê jî têkoşîn ji bo me ne nû ye. Em ketin ferqa nasnameya xwe û em ê li beramberî mêrsalariyê heta nefesa xwe ya dawî têkoşînê bikin.”

B.N destnîşan kir ku her neslek yê jinan xwedî ezmûnek ya têkoşînê ne û wiha dom kir: “Mînak dayikên me li beramberî hemû zoriyan têkoşîn kir, barê jiyanê hilgirt. Têkoşîn parçeyek ya kesayetiya wan e û ev têkoşîn wan mezin kir, li dijî sîstema mêrsalarî sekinin. Dayik ji bo zarokên wan ên keç li qadek azad bijîn, ji bo neslên were bi salan têkoşîna xwe dom kirin. Ger îro neslê nû beşdarî serhildana şoreşê bûbe, bi saya têkoşîna dayikan e.”

‘Divê bi cesaret em têkoşînê bikin’

B.N bal kişand li ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku dibêje; ‘Ger jin azad nebe civak jî azad nabe’ û wiha got: “Divê ev îdeolojî were berdewam kirin. Girîng e ku em di civakek ku cihêkarî tê de nîn e de bijîn. Her çendî xeyalên me yên şoreşa jinê pêk hat, divê em rê nedin ev şoreşa me ji rê derbikeve. Bi cesaret em têkoşînê bikin. Yê ku di vê bêdengiya beriya firtinê de ji malên xwe yên bi ewle de dernekevin hene. Ew xwe dixapînin. Êdî bes e, tiştek ku em wenda bikin nîn e, yan em ê bi awayek serbilind serbikevin yan jî em ê bimirin.”