Li Stenbolê herî kêm 17 kes hat binçavkirin

Li Stenbolê di çarçoveya lêpirsînek de ser hin malan de hat girtin. Endam û rêveberên HDK, HDP û Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî Amed û Enqereyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî lêpirsînek nû da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Başakşehir, Esenyurt, Arnavutkoy û Kuçukçekmece jî di nav de li gelek navçeyan serdegirtina malan çêbû.

Hat zanîn ku di serdegirtinan de endam û rêveberên Kongra Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin

Devin Doğa Ayaz, Hülya İlyas, Serkan Şengül, Eylem Taşdemir, Mustafa Şişman, Serhat Tokuş, Arafat Emekçileri, Tufan Emekçileri, Erkan Özmen, Cevdet Biçer, Yunus Aslan, Berfin Koçak, Hividar Özdemir, Ömer Gülsül, Mervan Beyret, Adem Özgen, Onur İlbars ên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Derbarê kesên hatin binçavkirin de 24 seat sînordarkirin hat dayîn, ji ber biryara nepeniyê ya derbarê lêpirsînê de hinçeta binçavkirinan nehat zanîn.