Xebatên komeleya jinan a li Tûnisê hate rawestandin

Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê Raja al-Dahmanî, ragihand ku xebatên çalakiyên komeleyê ji bo mehek rawestandine. Hate diyar kirin ku çavkaniyên fînansekirinê û belgeyên darayî yên komeleyê bên lêkolînkirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî hilweşandina parlamentoyê di Tîrmeha 2021’an de, hilweşandina hikûmetê û referandûma nû ya makezagonê, tê çavderî kirin ku zextên li ser muxalefet û civaka sivîl a li welat zêde dibe.

Di daxuyaniya komeleyê de, hate diyar kir ku rawestandina xebatan li gorî daxwaza rayedarên fermî ya ji bo belgekirinê li gorî xala 88’an a Qanûna Komeleyan bû.

Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê Raja al-Dahmanî, biryara hikûmetê mîna "keyfî" bi nav kir û ragihand ku ew ê serî li dadgehan bidin. Dehmanî, destnîşan kir ku komelê yek ji rêxistinên mafên jinan û mirovan ên herî bikok a li Tûnisê ye û biryarên bi vî rengî qada sivîl sînordar dikin.

Tûnis, di salên dawî de ji ber girtina serokên muxalefetê, rojnamevan, parêzer û nûnerên civaka sivîl, rastî rexneyên navneteweyî hatiye. Operasyonên ku bi taybetî endamên Tevgera Ennahda û çalakvanên serbixwe hedef digirin, fikarên li ser kêmbûna azadiyan li welat zêde dike.

Rêxistinên navneteweyî yên mîna Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Amnesty International, bal kişandin ser sînordarkirinên giran ên li ser azadiya ramanê û çalakiyên civaka sivîl li Tûnisê û bang li hikûmetê kirin ku dawî li van pêkanînan bîne.