Li Xezayê sala sêyemîn jî bê dibistan derbas bû

Dîrektorê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê yê UNICEF’ê, diyar kir ku perwerde li herêmê gihîştiye ber hilweşînê û hişyariya "metirsiya windabûna nifşekî" da.

Navenda Nûçeyan – Di encama şerê du salan de, bi qasî ji sedî 80’ê dibistanan hatine hilweşandin an jî mîna stargeh tên bikar anîn û bi sed hezaran zarok jî sala sêyemîn jî bêdibistan derbas dikin.

Rayaderê UNICEF’ê wiha got: "Ger em nikaribin heta meha Sibatê perwerdehiyê ji nû ve bidin destpêkirin, emê di sala çaremîn de behsa nifşekî windabûyî bikin." Rêxistinê piştî agirbestê, ragihand ku tenê yek ji 6 zarojan vegeriyane refên demkî.

Li Xezayê ji ber hilweşina berfireh, koçberî û kêmbûna pêdiviyên bingehîn ên mamosteyan, ji nû ve destpêkirina perwerdehiyê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye.

Li gorî raporên fermî, di şerê ku di sala 2023’an de dest pê kir de li Xezayê zêdetirê 20 hezar xwendekar jiyana ji dest dan û 31 hezar jî birîndar bûn. Li Şerîaya Rojava jî 148 xwendekar jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî hatin girtin.

UNICEF’ê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo li Xezayê ji nû ve avakirina perwerdehiyê, bikevin nava liv û tevgera lezgîn.