Li Silêmaniyê festîvala berhemên xwemalî û xwezayî
Li Silêmaniyê bi beşdariya 13 jinan, bi sernavê “Ji nava cot û baxçevaniyên xwemalî ji bo xelkê’ festîvalakê ji bo firotina berhemên xwemalî û xwezayî yên cotkar û xwediyên karên biçûk, hate lidarxistin.
Silêmanî – Li Kargeha Çandî ya Silêmaniyê, bi tevlîbûna Saziya Roza Luksembûrg Liqa Beyrût bi hevkariya Saziya Art Plas û Kargeha Çandî di bin navnîşana ‘Ji nava cot û baxçevaniyên xwemalî ji bo xelkê’ festîvalek ji bo berhemên xwemalî û navxwe ya cotyar û xwediyên kar pêk hat. Nêzîkî 20 kesên xwediyên kar tevlî festîvalê bûne û ji vana 13 jî jin bûn. Beşdaran di festîvalê de berhemên xwe pêşkêş dikin.” Armanca piştevanîkirina cotyar û xwediyên karê biçûk bûn.
‘Beşdaran di festîvalê de berhemên xwe pêşkêş dikin’
Endama Destaya Rêxistinkirina Festîvalê Şînyar Mihemed wiha got: “Ev çalakî bi armanca piştevanîkirina bi cotyar û xwediyên karê biçûk, zêdekirina çanda berhemên xwemalî û nasandina li nifşên nû, dîsa hişyarkirina xelkê ya ji berhemên derve bi vî karî rabûne. Nêzîkî 20 kesên xwediyên kar tevlî festîvalê bûne û ji vana 13 jî jinin. Beşdaran di festîvalê de berhemên xwe pêşkêş dikin.”
Şînyar Mihemed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dê festîval du rojan bidome. Ji bo beşdarbûn zêde bibe, me festîvala xwe li navenda Silêmaniyê li dar xist.”
‘Ez berhemên xwe pêşkêşî gel dikim’
Pispora çandinî û mêşvaniyê Sakar Heme Karîm jî axivî û wiha got: "Di van festîvalan de berhemên cotyar û xwediyên karê biçûk tên pêşkêş kirin. Em wek hilberîneran, berhemên xwe yên herêmî di festîvalê de pêşkêş kir. Min berhemên xwe yên mêşvaniyê anîn vir û pêşkêş bikim. Festîvalên bi vî rengî ji bo me pir girîng in. Em berhemên xwe li ser medyaya dîjîtal didin nasîn, lêbi rêya festîvalê, derfeta me ya hevdîtîna gel û mêhvanan çêdibe.”