WHO: Êrîşa li dijî Refahê dê bi keraseta mîrovî bi encam bibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku wê êrîşa berfireh a Îsraîlê ya li dijî bajarê Refahê bi xwe re ‘keraseta mirovî’ bîne.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Filistînê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Richard Peeperkorn di daxuyaniyê de diyar kir ku êrîşa berfireh a Îsraîlê ya li dijî bajarê Refahê wê bi xwe re ‘keraseta mirovî’ bîne.

Richard Peeperkorn ê ku tevli cîvîna heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya NY bû fikarên xwe anî ziman û bi bîr xist ku 1,5 milyon kes li Refahê asê mane.

Richard Peeperkorn di berdevamiya axaftinê xwe de destnîşan kir ku ji bo sîstema tendirustiyê ya Xezayê amade bin û lênerîn bê kirin bi lezgînî plansaziyek rewşa awarte kirine û got ku plansaziya wek”çareseriya demkî” hat pênasekirin nikare pêşiya êrîşên li ser Refahê yên mihtemel, mirin û nexweşiyan bigre.

‘Li Xezayê 496 xebatkarên tendirûstiyê jiyana xwe ji dest dan’

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê xebatkarên tenduristiyê yên li Xezayê ku êrîşên Îsraîlê berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bi mirina Serokê Beşa Ortopediyê ya Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê Adnan Ehmed Atiyye el-Berş, li Girtîgeha Îsraîlê, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane derket 496’an.

Hezar û 500 xebatkarên tendirustiyê birîndar bûne

Hat diyarkirin ku ji destpêka êrîşan ve heya roja îro hezar û 500 xebatkarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dane û 309 xebatkar jî hatine desteserkirin. Daxuyaniya ku bal kişand ser mirina bijîjk Adnan Ahmed Atiyye el-Berş wiha hat gotin: “Ji ber ku rewşa girtiyên Filistînî, bi taybetî yên Xezayê, di girtîgehên Îsraîlê nayê zanîn em nizanin rewşa dawî çi ye.” Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, saziyên tendirustî û mafên mirovan hat kirin û wiha hat gotin: “Ji bo Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de ji îşkence, teror û qetlîamê bên parastin, mudaxele bikin.”

‘Cenazeyên bijîjkan hê jî nehatine teslîmkirin’

Komeleya Girtiyên Filistînî di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku bijîjk Adnan Ehmed Atiyye el-Berş û Îsmaîl Ebdulbarî Receb Xidir ku li Zîvala Xezayê hatibûn binçavkirin, di zindana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku bijîjk El-Berş ê ku di Kanûna 2023'an de hatibû binçavkirin, di 19'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ofer a Îsraîlê jiyana xwe ji dest daye û heta niha cenazeyê wî nehatiye teslîmkirin.