Li Hewlêrê biryara girtinê ji bo Bahar Elî

Seroka rêxistina "Ême" Bahar Elî, piştî ku bi hinceta "heqareta li ola Îslamê" giliyê wê hatibû kirin, ji bo şopandina dosyaya xwe serî li Dadgeha Hewlêrê da û li wir biryara girtina wê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Piştî giliyê meleyekî li dijî çalakvana mafên jinan û seroka rêxistina (ÊmE) li Hewlêrê, Bahar Elî, biryara girtinê hat derxistin. Sûcê ku ew pê hatiye tewanbarkirin ew e ku wê "heqaret li ola Îslamê kiriye.”

Şopandina dosyaya Bahar Elî li dadgehê

Bahar Elî, çalakvana mafên jinan û seroka rêxistina "Ême" ya taybet bi jinan, ji bo şopandina dosyaya xwe serî li dadgehê daye û biryara girtina wê hatiye derxistin.

Şede Beşîr, çalakvaneke mafên jinan, ji ajansa me re got ku fermana girtina Bahar Elî li ser bingeha giliyek ji melayekî hatiye dayîn.

Li gorî Şade, di gilînameya li dijî Bahar Elî de tê gotin ku wê "heqaret li ola Îslamê kiriye.” Şede Beşîr her wiha ragihand ku Bahar Elî duh ji bo şopandina dozê çûye dadgeha Hewlêrê. Çalakvana mafên jinan hûrgiliyên zêdetir li ser dema dozê, bendên qanûnî yên ku qala wê tê kirin neda.

Li Başûrê Kurdistanê zêdebûna zextên li ser çalakvanan

Fermana girtina çalakvaneke mafên jinan di demekê de tê ku zextên li ser çalakvanên mafên sivîl û mirovan ên li Herêma Kurdistanê de ku di salên dawî de gelek zêde dibe. Bi taybetî jî zext û sepandinên li ser jinên hiqûqnas, çalakvan de hîn zêdetir dibe.

Çalakvanên mafên jinan dibêjin ku rûbirûkirina çalakvanên sivîl bi tohmetên olî dikare bibe sedema sînordarkirina azadiya ramanê û çalakiyên civakî.