Li Mexribê kurtefîlma 'Li Pişt Dîwaran' ked û lênêrîna jinan dike rojev
Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê bi kurtefîlma bi navê ‘Behind the Walls’ (Li Pişt Dîwaran) ku barê barê jinan de ye, bi riya sînemayê hewl dide nîqaşek li ser karên malê yên bê beramber bide destpêkirin.
HENAN HERÊT
Mexrib – Li Mexribê di nav nîqaşên berdewam ên li ser aboriya lênêrînê û reforma Qanûna Malbatê de, Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê roja Çarşemê 15’ê Tîrmehê li Kazablankayê kurtefîlma bi navê ‘Li Pişt Dîwaran’ pêşkêş kir.
Fîlma ku senaryoya wê ji alî El Houari Ghobarî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê hatiye kirin, çîroka jina bi navê Amal ku ji bo zarokên xwe mezin bike dev ji kar berdide û jiyana xwe ji bo lênêrîna malbata xwe diborîne vedibêje. Roja wê beriya her kesê bi amadekirina taştê, birina zarokan a dibistanê, kirîna tiştan û lênêrîna xesûya xwe ya nexweş û razayî dest pê dike û bi gelek karên malê yên nedîtî diqede.
Çîroka jinan vedibêje
Lê belê nexweşiya dayîka wê û pêdiviya bi emeliyata ku maliyeta wê zêde, li gel redkirina hevjînê wê yê ji bo dabînkirina piştgiriya darayî, wê ber bi fikirîna vegere ser kar ve dibe. Ev yek dê destpêka qonaxek nû di jiyana wê de nîşan bide; ji nû ve avakirina serxwebûna wê ya aborî û vekirina derî ji bo parvekirina berpirsiyariyan di nav malbatê de, bi vî rengî tiştê ku çêkerên fîlman wekî ‘mêraniya erênî’ bi nav dikin, şênber dike.
‘Jin di karên malê de tu beramberiyek nabînin’
Di vê çarçoveyê de, Seroka Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Abdo, diyar kir ku fîlm çavkaniya xwe ji rastiya bi hezaran jinên ku rojane karên malê û lênêrînê dikin lê bi awayê civakî û aborî tu beramber nabînin dijîn digre.
Buşra Abdo da zanîn ku karên malê ji hêla jinan ve di hundirê malê de tên kirin lê ew tu beramberî yan jî teqdîrê nagirin û wekî karek berhemdar bi nirxek aborî nayên hesibandin. Di her rewşa her nakokî yan veqetandinê de, jin wekî ku tu beşdariyek di malbatê de nekiriye tê dîtin.
‘Rola jinan nayê dîtin’
Buşra Abdo wiha got: “Fîlm her wiha behsa di jiyana zewacê de beşdariya jinan di berhevkirina dewlemendiya malbatê de dike lê ev beşdarbûn pir caran nayê dîtin. Jin bi riya karên rojane yên malê beşdarî avakirina malbatê û hebûna wê dibin lê ev rol dema ku dewlemendî tê parvekirin an beşdariyên wan ên aborî tên nirxandin nayê nîşandan. Fîlm mêr ne wekî kesayeteke tundiyê dike yan destdirêjiyê dike nîşan dide, weke mêrek ku li gorî têgihîştinên civakî yên mîrasgirtî tevdigere, karên malê weke berpirsiyariya jinan dibînin. Fîlm modelek pêşkêş dike ku ew wekî ‘mêraniya erênî’ pênase dike. Ew fêm dike ku bi serxwebûna aborî ya hevjîna xwe, parvekirina lênêrîn û karên malê berpirsiyariyek hevpar e ku hevkariya di nava malbatê de li ser hevkariyê, diyalog û barên hevpar ava dibe. Serxwebûna aborî dihêle ku jin bêhtir beşdarî pêvajoyên biryardayîna malbatê bibin û bi xurtkirina diyalog û hevsengiya di navbera hevjînan de, dibe sedema malbateke bêhtir ahengdar.”
‘Fîlm hewl dide klîşeyan biguherîne’
Li gorî Buşra Abdou, fîlm di nava nîqaşên li ser reforma Qanûna Malbatê û aboriya lênêrînê de peyaman ji bo biryarderan dişîne û got: “Fîlmê ku ciwanan, civaka sivîl û aktorên siyasî hedef digre, armanc dike ku beşdarî guhertina klîşeyên karên malê bi tenê jinan ve sînordar dikin bibe û diyalogek civakî li ser parvekirina berpirsiyariyan di nava malbatê de bide destpêkirin.”
Komele fîlm ne tenê weke karekî hunerî, di heman demê de wekî amûrek ji bo parastina pirsgirêkên wekheviyê pêşkêş dike. Li gorî bultena çapemeniyê ya organîzekirina pêşandanê, bi riya berhemên ku huner û sînema amûrên bi bandor in ji bo teşwîqkirina nîqaşên giştî, pirskirina nûneratiyên civakî û avakirina çanda hevkarî û wekheviyê bi karên ku bi rastiyê re vedibêjin û teşwîqkirina diyalogê li ser mijarên pêşîn çavkanî digre.
Armanca komeleyê teşwîqkirina berpirsyariya wekhev e
Fîlm di çarçoveya herwldaneke herêmî ku Urdun, Misir û Tûnisê digre nava xwe ji aliyê UN Women ve beşek ji projeya ‘Dare to Care’, ku li Mexribê tê pêk anîne. Armanca vê Komeleyê ew e ku parvekirina berpirsiyariyên lênêrînê di navbera jin û mêran de teşwîq bike û wêneyên stereotîpîk ên rolên zayendî di nav malbatê de bişkîne.
Aboriya lênêrînê, ji ber ku karê malê, lênêrîna zarok û lênêrîna kesên bê parastin ji aliyê jinan ve bê beramber tê kirin digre nava xwe, nîqaşên navneteweyî yên li ser wekheviya zayendî her diçe zêdetir balê dikşîne. Rêxistinên navneteweyî dibêjin ku tevî rola wê ya girîng di piştgiriya aramiya malbatê û çalakiya aborî de, hêjabûna wê bi têra xwe nayê nirxandin û ew armanc dikin ku naskirina vê xebatê û belavkirina dadwertir a berpirsiyariyên wê di navbera jin û mêran de bi pêşve bibin.