'Bi yekîtiya Êzidiyan wê entegrasyona demokratîk pêk were'

Di konferansê de jenosîda 2014’an, bandora fermanê ya li ser civaka Êzidî û lêgerîna edaletê, di entegrasyona demokratîk a Şengalê de her wiha rola jinê hatin nîqaşkirin. Nirxand û peyaman tekezî li ser girîngiya pêkanîna entegrasyona demokratîk kirin.

Şengal – Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk ku bi pêşengtiya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ku bi şîara “Edaleta Veguhez Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” berdewam dike. Di konferansê de ji gelek welatan peyam û piştgiriya ji bo Şengalê hatin dayîn.

Di beşa duyem a konferansê de mijara jenosîda 2014’an û lêgerîna edaletê hat nîqaşkirin. Qanuna Jenosîda Navnetewî û sedemên netevlîbûna Iraqê ya daklerasyona Roma ji aliyê Nasir Kirêt ku Şêwirmendê Parlementoya Başurê Kurdistanê yê Kar û Barê Enfal û Jenosîdê ye hat vegotin.

Nasir Kirêt got: “Tawana jenosîdê tawaneke navnetewî ye. Divê çalakvanên Êzidî nesekinin da ku di navnetewî de doza civaka Êzidî bigihîje serkeftinê.”

Dîsa rewşa gorên komî, belgeyên hovîtiya DAIŞ’ê û mafê malbatên qurbaniyan ji aliyê Serokê Rêxistina Petrichor a Mafê Mirovan Xeyrî Elî İbrahîm ve hat vegotin. Sufyan Salih ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûbû jî beşdarî konferansê bû û di derbare kiryarên hovane yên DAIŞ’ê axifî.

“Fermana 2014’an di kesayet û psîkolojiya civaka Êzidî bandoreke mezin û neyînî kiriye”
 

Jenosîda 2014’an û bandora wê ya li ser psîkolojiya civaka Êzidî ji aliyê Rojnamevan û Aktîvîsta mafê Êzidiyan Samya Şengalî ve ji beşdarvanên konferansê re hat nirxandin. Samya Şengalî di axaftina xwe de balkişand ser zehmetî û êşên fermanê û wiha axaftina xwe domand: “hemû malbatên me êşa fermanê jiyan kirin. Ev yek dihêle ku nefsa mirovan ne baş be. Di Şengalê de ji ber fermanê ev yek pir zêde ye. Di hemû cîhanê de xwekuştin heye, lê ya li Şengalê piştî fermanê zêde bûye. Ferman rê li ber xwekuştinan vekiriye. Dîsa her yek ji malbatên me li cihekî ye. Ev yek bandoreke neyînî li ser kesayetan ava dike. Hikûmeta Iraqê jî bi kesên ku ji fermanê xilas bûne re eleqeyek nîşan nedaye. Heta roja îro li Şengalê bandora êşa fermanê zindî maye. Çeteyên ku êrîşî civakê kirin tenê bi tunekirineke fîzîkî na, di heman demê de êrîşî çand û baweriya Êzîdiyan kir jî.''

Diberdewam axaftina xwe de anî ziman ku: "Reseniyên Êzidiyan em bi xwe dikarin biparêzin. Em ê cihên xwe yên muqaddes biparêzin. Ger li şuna civaka Êzidî civakeke din di fermaneke wisa dijwar re derbas bûbaya ez ne bawer im ku weke civaka Êzidî li ber xwe daba û li ser piyan maba. Ger em di siyasetê de xurt nebin em nikarin mafê xwe jî bi dest bixin. Me wek civaka Êzidî li hemberî her awayî fermanên rû dane berxwedaniyeke dîrokî daye meşandin. Îredayek mezin bi cangorî û şehîdên welat re hatiye nîşandan.”

Di dawiya vê panelê de li ser qirkirina Êzidiyan ku di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî mane de Hiqûqnas Xelef Qasim nirxandina xwe pêşkeşî konferansê kir. Piştî nirxandinan bersivên pirsên mêvanan hatin dayîn.

Pişte re jî pêyama Sekreteryayê Îmraliyê Veysî Aktaş bi rêya sînevîzyonekê hat weşandin.

“Êzidî dikarin bi entegrasyona demokratîk hebûna xwe biparêzin”

Sekreteryayê Îmraliyê Veysî Aktaş di peyama xwe de balkişand ser qirkirinên ku li ser gelê Êzidî pêk hatine û wiha got: “Êzîdî bi salan qirkirinên pergalî, koçên bi dare zorê û înkarkirina nasnameyê re rûbirû mane. Ev pêşerojê travmatîk dike. Hûn jî niha nasnameya xwe biparêzin û pêşerojeke demokratîk ava dikin. Êzidî îro daxwaza nasnameya hebûna xwe dikin. Ev daxwaz, daxwaza hemû gelan e. divê bê zanîn ku serkeftina gel û baweriyan a ji bo pêşerojê bi entegrasyona demokratîk pêkan e.”

Veysî Aktaş behsa girîngiya entegrasyona demokratîk kir û wisa berdewam kir: “Êzidî xwediyê çand û baweriyeke dewlemend in. Entegrasyona Şengalê ya li Iraqê wê bibe gaveke girîng. Îro mesele ne tenê bîranîna êşên paşerojê ye. Bi entegrasyona demokratîk avakirina pêşerojeke demokratîk e. Armanca entegrasyona demokratîk bi rengê xwe naskirina kom û nasnameyên cuda ye. Berxwedana civakî vediguhere hêzeke mayînde û ev dewletê demokratîk dike. Ev nayê wateya ku Êzidî bi dewletê ve tên girêdan. Bi heza xwe ya cewherî zorê dide dewletê ku peymaneke civakî ya nû û hiqûqî diafirîne.”

Di beşa sêyem a konferansê de entegrasyona demokratîk hat dest girtin. Di vê beşê de li ser ‘entegrasyon, dewlet û civaka demokratîk’ endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Şingalî, li ser ‘di entegrasyona demokratîk de rola jinê’ Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê Besê Avesta, li ser ‘demokrasiya xwecihî’ jî hevserokê Komînên Şaredariya Şengalê Xwedêda Elyas nirxandin kirin.
 

Besê Avesta got: “Jina Êzîdî di nav civaka Êzîdî de xwedî cihekî pîroz e. Lê di fermanê de êrîşek dijwar taybet li ser jina Êzîdî hat meşandin. Di nav civaka Êzîdî de cihê pîroziya jinê veguheriya cihe ku bi her awayî êrîş li ser jina Êzîdî tê meşandin. Lê ev nêzîkatî ne çanda Êzdatiyê ye. Hemû jin, xwedawendin. Ev yek her cihe ku jin lê hene re em dikarin pênase bikin. civak bi herdû zayendan re pêk te. Ev civak bi yekbûna her dû cinsan re hêbûna xwe ava dike. Bi hêza jinên Êzîdî YJŞ’ê hat avakirin. Li beramberî êrîşên DAIŞ’ê jinên Êzîdî dest bi parastina xwe kirin û tola civaka Êzîdî rakirin. Bi hêzaran jin hatine winda kirin. Jin nayê xuyakirin. Bi çavekî biçûk li jinê meyzekirin. Lê jina Êzîdî nasnameya xwe derxist hole. Jinên pêşeng hiştin ku em xwedî nasnameya xwe derkevin. Bi hêza YJŞ’ê, YBŞ’ê civaka Êzîdî têkoşîna xwe mezin kir. Li hemberî her cure êrîşan parastina xwe û civaka xwe dikin.”

Pêyama Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso jî bi sînevîzyon hat weşandin.

Xerîb Hiso wiha got: “Civaka Êzîdî ji siyaseta dewleta kevintir in. Xwedî pergaleke dîrokî ne. Parastina Êzîdiyan tenê bi axaftin nikare were ser ziman, ji ber parastinê pêkanîn, alîkarî dayîn pêwîst dike. Entegrasyon tiştekî biçûk nîne. Avakirina mafê mîrovî, netewî tiştekî nebe nabê ye. Civaka Êzidî bi berxwedaniya xwe xwe îspat kiriye. Li hemberî her cure êrîşan hîn jî têkoşîna xwe ya jiyanê bi îredayek xurt didomîne.’’

 Konferans bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî", "Şehîd Namirin" bi dawî bû. Dê di rojên pêşîn de encamnameya konferansê bê parvekirin.