Weqfa Jina Azad a Sûriyê ji bo jinan derfetên kar diafirîne

Weqfa Jina Azad a Sûriyê ku jinan di hemû aliyê jiyanê de bi rêxistin dikin û projeyên cuda derfetên kar dide jinên Sûriyê.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Piştî Şoreşa Rojava ku li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê  hate destpêkirin û Rêveberiya Xweser hate avakirin yek ji saziyên ku hate vekirin Weqfa Jina Azad a Sûriyê bû. Weqfa Jina Azad a Sûriyê di sala 2014'an de hate avakirin, ji bo jinan derfetên kar pêş dixe. Armanca Weqfa Jin ew e ku jinan di hemû aliyan de bi rêxistin bike, ji bo jinên ku pirsigrêkên wan hene çareseriyê bibînin û ji bo ku jin bikaribin hêza xwe bibînin û nas bikin derfetên kar didin wan.  Girêdayî wê salane di hemû beşan de perwerdeyan li dar dixe. Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyê Rûken Xişo behsa kar û xebatên ku di Weqfê de tên meşandin kir.

‘Pirserêzek li 300 jinê hat belavkirin’

Rûken Xişo kar û xebatên Weqfa Jina Aazad a Sûriyê wiha rêz kir: “Weqfa jina azad di 2014'an de hate avakirin di riya pirserêzekê de li 300 jinê hat belavkirin, li gorî wê pirserêzê de proje di weqfa jin de hatin avakirin. Komîtên navenda weqfa jina azad li Qamişlo ye, ofîsa wê li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê belav in. Li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Dirbêsiyê, Hesekê, Kobanê…û li kampan jî heye kampa Hol, Waş û Kanî û Roj li kar dikin. Di hundirê Weqfê de Komîte hene Komîta tendrustî, perwerde, proje, dîblomasî, mafnasî û maliyê her komîteyeke me pratîk û teorî wê heye teoriyê komîta tendrustî semînerên tendrustiyê didin jinan.”

‘Jin û zarok tên tedawî kirin’

Rûken Xişo balkişand li ser kar û xebatên tendrustî yên ku di Weqfa Jina Azad de tên kirin û wiha dewam kir: “Semînerên tenduristiyê carina bi kampanyaya ve radibe, pratîkiya tendrustiyê nexweşxaneyên me hene bijîşkên xwezayî xwestin van nexweşxaneyan ava bikin da ku bi jinê re bibin alîkar. Ev krîza ku çêbûye pêşnerîna bijîşkan nirxê wan biha bûye ji ber wê jî her nexweşaxaneyeke me bijîşkeke jinan û zarokan lê dimînin. Jin û zarokan bê mûqabil wan tedawî dikin, gaveke gelekî baş bû encamên baş hatin dîtin. Li gundewarên Dêrikê nexweşxaneya me heye ji kesên ku nikarin bighêjînin bajar weke kesên ducanî re em wan tedawî dikin.”

‘Me xwest em wê çandê vegerînin’

Rûken Xişo diyar kir ku beşên bijîşkên xwezayî jî hene û hewil didin ku beşê wê li hin bajarên din jî vekin û wiha domand: “Bijîşkên xwezayî hene hin dayikin xwezayî zarokên xwe di dema berê de tedawî dikirin me xwest em wê çandê vegerînin. Li Hesekê û Dirbêsiyê nexweşxaneyên me yên bijîşkên xwezayî hene û hewil didin ku li hin bajarên din vekin. Pêveçûnên berayî di komîteya tendrûstiyê de jî didin ji bo ku jin zanibe çawa  zarokên xwe tedawî bike perwerdeyên dem kurt û dirêj di pêveçûnên berayî heye, perwerda dem kurt meheke ji bo ku jin zanibe çawa zarokên xwe tedawî bike, wan ji nexweşiyan biparêze û ya dem dirêj  şeş meh e kordîne di navbera me û nexweşxanyan de heye. Ji bo ku kesê bi dawî bikin perwerdê tîmarkarî di nexweşxaneyan de bikin.”

‘Heta ku zihniyeta mêranî ji civakê rabe emê xebatên xwe bimeşînin’

Rûken Xişo balkişand li ser girîngiya perwerdê da ku zihniyeta mêran ji civakê derxin û got: “Komîteya perwerdê pratîkî û teorî semîneran didin jinan ji bo guhertina zihniyetê ji ber ku berî şoreşa Rojava jinê nizanîbû bi zihniyeteke mêranî dihizirî ji bo wê jî perwerde ji jinan re di weqfa jina azad de hate afirandin da ku zihniyeta mêr ji civakê rabe û jin xwe bi xwe birêve bibe vegere rastiya xwe zanibe rola wê di civakê de çi ye. Pratîkê van semîneran me xwest bi jinên kedkar re bibin alîkar me xwest baxçeyên zarokan vekin armanca me ewe  ku em ne tenê wan fêrî pênûs û lênûsê, fêrî çand û exlaq jî bikin.”

‘Zarok ji rewşa şer derkevin’

Rûken Xişo behsa hin derfetên ku ji jin û zarokan re vekirine û got: “Zarokxane ji bo zarokan me vekir jinên karker hene diçin karê xwe nikarin zarokên xwe bi tenê li mal bihêlin, ji bo wê jî me zarokxane vekirin armanca me ew bû ku jinên karker bi rehetî karê xwe bikin. Enstîtuya muzîkê jî me vekir armanca me ji vekirina enstîtuyê ku zarokên penaber tê de fêrî amûrên muzîkê bibin ji bo ku ji rewşa şer derkevin. Tiştekî pir girîng bû car carna komîteyên me yên muzîkê beşdarî şahî û mîhrîcanan dibûn. Cihekî werzîşê li navend Weqfa Jin a Azad ji jinan re vekir ji ber ku Weqif ne li kolaneke ku ewqas îmkanê wê hebin ji ber wê jî me di navendê de vekirin pir jin jî tên serdana cihê werzîşê.”

'Komîteya Proje ji bo jinan projeyan ava dike'

Rûken Xişo balkişand li ser komîteya projeyê û wiha nêrîn da: “Komîteya me ya proja jî heye ew jî pratîkî û teoriya wê heye, teoriya  wê ew proja amade dike di riya pirserêzkan de derdikevin nêrînên jinan digirin çi dixwazin li tax û gunda li gorî wêna jî proje çêdibin. Pratîkê komîteya proje ji teoriyan dike pratîkî kûrsên dirûtinê, karên destan, komputerê, ziman vedikin kargeheke dirûtinê li Qamişlo heye û niha em hewil didin ku kargehekê li Reqayê jî vekin. Li her derê kûrsên me yên dirûtinê hene. Kargeheke me ya hirî jî heye li Qamişlo û Reqayê ye ev hemû girêdayî komîteya proje ne, karê ku em dikin li Weqfê li hemû ofîsê me heye ji vir agahî diçin û li her derê pêk tên.”

‘Em ji bo nasnameya jin kar dikin’

Rûken Xişo wiha domand: “Ne tenê herêm li hemû kampan jî ev kar tên kirin. Dibêjin çima hûn li kampa Hol û Roj kar dikin ji ber ku jinên DAIŞ'ê ne. Em ji bo nasnameya jin kar dikin çi jineke ku em pê re alîkarbin derfetê didin wê jinê. Çi jinê DAIŞ'ê jî em li kampa Hol û Roj pir karan didin meşandin semîner ji jinan re tên çêkirin ziyaretî kona dikin piştre semînerên fikrî ji wan re tên çêkirin û encamên gelekî baş em bidest dixin li wan kampan hin jin ew cil û bergên reş guhertine.”

‘Bi hemû jinan re alîkarbin’

Roken Xişo xwest ku di pêşerojê de projên xwe hîn behtir berfireh bikin û destekê bidin hemû jinan û wiha bi dawî kir: “Ji 2014’an heta 2020’an navê Weqfê, Weqfa Jina Azad a Rojava bû, piştre me guhert kir Weqfa Jina Azad a Sûriyê ji ber ku em bi nasnama jinê kar dikin ne tenê herêmekê kar dikin an jî pêkhatiyekê. Her kesê ku di Weqfê de kar dike ji hemû pêkhateyan kar dikin. Di demê pêş de jî em dixwazin projê xwe bêhtir xurtir bikin. Sala bê jî dixwazin ku ev perwerdê ji jinan re tên kirin kooperetîf vekin. Di destpêkê de  Weqf li jinan digeriya, lê niha jin tên serdana me dikin li derdora me kom dibin em ê jî li gor nerînê jina bin. Çi kar û xebat ji me were xwestin em ê bikin bi hemû jinan re alîkarbin destekê bidin wan.”