Li Kerkukê li dijî tundiyê semîner hate dayîn

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) bi boneya 15’ê Mijdarê li dijî tundiyê semîner da.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) li bajarê Kerkukê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî bi sernavê ‘Em bi felsefeya Jiyan, Jiyan Azadî têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinê bidomînin’ semînerek ji bo xwendekarên jin da.

 Semîner ji aliyê Endama Komîteya Rêveber ya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) Sara Reza ve hate dayîn. Sara Reza wiha got: “Weke jinên Kurd ku herî zêde rastî tundiyê tên, îşkence û destdirêjiyê tên. Ji ber ku Kerkûk bajarê pêkve jiyanê û civakên cuda ye. Îro di çarçoveya dîroka jinê, têkoşîna jinê, têkoşîna îro ya azadiya jinê di nava Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Jinên li Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê çawa pêşengtiya vê têkoşînê dikin, divê em jin pêşengiya vê têkoşînê bikin. Heta jin azad nebe civak azad nabe.”

Piştî semînerê pirtûkên Jineolojî, Sedsala 21’ê Sedsala Jinê Ye, Malbat û pirtûka makaleyên Nagîhan Akarsel ya bi navê ‘Lêgerîna Heqîqetê’ li beşdarvanan hatin belavkirin.