Jinên ji Silêmanî li dijî tundiyê banga têkoşînê kirin

Jinên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bal kişandin zêdebûna rêjeya tundiyê û banga tÊkoşînê li jinan kirin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê de tundiya li ser jinan zêde dibe. Jinên bajarê Silêmaniyê diyar kirin ku ji ber paşverûtiyên civakê ê zordestiya mêr bêdeng dimînin û civak jî tundiya li hemberî wan tê kirin qebûl dike. Jinan li dijî tundiyê banga têkoşînê li jinan kirin.

‘Divê jin tundiyê qebul nekin’

Jina ciwan a bi navê Jiwan Şerîf bi bîr xist ku dema mirov li civakê dinêre dibîne ku tundiya li hemberî jinan zêde bûye û got: “Ev jî ji ber kes e, dema ku kes ji malbatê têgihîştî û rewşenbîr be bêguman wê rêz ji jinan re were girtin û tundî li hemberî wan pêk nayê. Ji ber ku dizanin dayik û xwişk û malbat  jin e, dema ku li hemberî jinan tundî tê pêkanîn nabe jin bitirsin û bêdeng bibin. Niha dadgeh hene dikarin daxwaza mafên xwe bikin. Hinek malbat rê didin jinan biaxivin. Hinek malbat rê nadin bi tu awayî jin biaxivin û dengê wan qut dikin. Rêza mirov di dest mirov bi xwe de ye, piştre malbat û piştre civak. Jin dema ku ji aliyê hevjîn ve rastî tundiyê tên, malbatên wan rê nadin hev berdin. Ji ber wê piştgiriya malbatê ji bo jinan girîng e ji bo tundî kêm bibe. Ji ber ku gelek caran jin dema malbat piştgiriya wan nake, tundiya li ser wan didome. Wisa dibe ku bi hêsanî tên kuştin an jî ber bi xwekujiyê ve diçin. Divê jin şiyar bin û tundiyê qebûl nekin.”

‘Divê malbat piştgiriyê bidin jinan’ 

Karmenda tendirûstiyê Rêjen Salih destnîşan kir ku di nava civakê de tundiya li hemberî jinan zêde dibe û wiha got: “Di civaka me de jin nikarin ji bo xebatê derbikevin derve. Dema ku jin dizewicin  tundiya hevjîn re rûbirû dimînin, malbatên jinan rê nadin ku doza hevberdanê bikin û dibêjin neçar e tundiyê qebûl. Li gorî wan ev rewş ji ya jineke ku hevjînê xwe berdabe baştir e. Ji ber ku di civaka me de hevberdana jinan weke şerm tê zanîn. Çi dibe bila bibe divê jin tundiya li hemberî wan tê pêkanîn qebûl nekin.”

‘Bêdengbûna jinan a li hemberî tundiyê bandora neyînî li ser zarokan dike’

Diye Ceza jî diyar kir ku bêdengbûna jinan li hemberî tundiyê dibe sedema sînordarkirina mafan û wisa dibe ku jin nikarin li tu cihan biaxivin û wiha got: “Wisa dibe ku aliyê hember zêdetir tundiyê bike lewre tiştek ku li pêşî bibe asteng tune ye. Ev jî bandorek neyênî li ser zarokan dike. Zarok bi wê yekê hîn dibin ku li dijî bêmafiyê dengê xwe dernexin. Çi dibe bila bibe divê jin tundiyê qebûl nekin, bizanibin ku çareserî heye, bi hêz bin û li hemberî hemû binpêkirinên mafan rawestin.”