Welatiyên Xezayê bi destpêkirina agirbestê re dest bi vegerê kirin

Welatiyên Xezeyê yên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ji cih û warên xwe bûn, bi destpêkirina agirbesta demkî bi hêviya dîtina mal û xizmên xwe dest bi vegerê kirin. Artêşa Îsraîlê hişyariya "neçin bakur" da.

Navenda Nûçeyan – Di encama bombebarana giran a Îsraîlê ya 48 rojan li dijî Zîvala Xezayê pêkanî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 322 kes zêde bû û gihişt 14 hezar û 854 kesan û 46 hezar avahî jî bi temamî hilweşiyan.

Gelê Xezaye li ser rêya vegerê ne

Kesên koçber ên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji Zîvala Xezayê derketin û li dibistan û nexweşxaneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) dimîn, bi destpêkirina navbera mirobî ya 4 rojan, bi hêviya dîtina mal û xizmên xwe yên li başûr û beşên navenda Xezayê in dest bi vegerê kirin.

Kesên xwestin vegerin bakur hatin gulebarankirin

Li aliyê din piştî dayîna navbera mirovî, êrîş hatin sekînandin û pevçûn hatin rawestandin. Lê belê hat hîn ku artêşa Îsraîlê, Filistîniyên ku dixwestin ji başûrê Zîvala Xezayê ber bi bakurê vegerin gulebaran kir. Hat diyarkirin ku kesên di êrîşê de birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Aksayê.

Belavoka Artêşa Îsraîlê ya ‘tevgera li Bakur qedexe ye’

Lê belê artêşa Îsraîl, destûr nade Filistîniyên ku ber bi başûr ji cih û warên xwe bûne vegerin bakur. Di belavokên ku danê sibehê ji aliyê balafirên şer ên Îsraîl ve ji bo herêmên başûrê Xezayê hatin avêtin de wiha hat gotin: "Ji niştecihên Zîvala Xezayê re, şer hîn xilas nebûye. Navbera mirovahî demkî ye, bakurê Zîvala Xezayê herêmeke şer a xeter e û tevgerkirina li wîr qedexe ye."

Di belovakê de hate destnîşankirin ku divê Filistîniyan mayîna li başûrê Xezeyê bidomînin û hişyarî hat dayîn ku ji bo derbasbûna ji bakurê Xezayê ber bi başûrê Xezayê têne Kolana Selahedînê serbest e. Di belavokê de wiha hate gotin: "Vegera bakur qedexe û xeter e, çarenûsa we û malbata we di destê we de ye."