Li ber deriyê parlamentoya Fransayê tecrîd hat şermezarkirin

Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike li ber deriyê parlamentoya Fransayê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku tecrîd demildest bi dawî bibe.

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) li ber deriyê parlamentoya Fransa Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyek hat şermezarkirin. Di çalakiyê de ji bo balê bikşîne ser helwesta Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pankarta bi nivîsa ‘Min nedît, nebihîst, nizanim’ hat daliqandin.

Qefesa temsîlî anîn

Her wiha di çalakiyê de pankarta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi 23 zimanan pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ hat daliqandin. Ji bo balê bikşîne ser Berxwedana Îmraliyê ya 24 salan li qadê 24 qefes hatin bicihkirin û li hundirê her qefesê jî welatparêzek rûnişt û sosyolojiya Azadiya Abdullah Ocalan û posterek wê hilgirtin. Dem bi dem di çalakiyê de dirûşmên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Gelê xwecihî eleqe nîşanî çalakiyê da

Çalakiya ku 5 saetan berdewam kir bala parlamenter, xebatkarên parlamentoyê û şêniyên herêmê kişand. Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat li cihê çalakiyê axivî û diyar kir ku yekane temînata aştiyê ya Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan e.

‘Kêr gihîştiye hestî’

Şahîn Polat bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re û got: “Êdî kêr gihîştiye hestî. Birêz Ocalan hêviya aştî û azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest e. Dewlet û saziyên ku berpirsyariya wan heye divê tavilê erka xwe pêk bînin û weke gava destpêkê jî dawî li tecrîdê bînin.”

Komîteya Amadekar piştî çalakiyê daxuyanî da û peyam dan ku çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin wê berdewam bikin.